Alîkariya ji Teqteqê ber bi Rojava ve hat şandin

Di roja dawî ya kampanyaya alîkariya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, ji navçeya Teqteqê ya bajarê Silêmaniyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve alîkarî hat şandin.

ŞIYA KOYE

Teqteq- Organîzatorên kampanyaya alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê, ya li Teqteqê hatibû destpêkirin, ragihandin ku kampanyaya wan bi dawî bûye û hemû tiştên ku kom bûne ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatine şandin.

‘Gel hemû di nava tevgerê de ne’

Karmenda Tenduristiyê ya Teqteqê Şilêr Salih Ebûbekir wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku xelkê sînor beşdarî kampanyayê bû, bi hezarek jî be ji bo Rojava beşdar bûn. Ez spasiya hemû şêniyên Teqteqê dikim. Ev kampanya 7 roj in didome. Ji vê derê em silavê xwe ji bo Kobanê dişînin û spasiya her çar aliyên Kurdistanê dikin ku piştgiriya Rojava dikin. Ji ber ku tu cudahî nîn e îro dora wan e sibê dora me ye.”

‘Alîkarî nîşaneya yekîtî û biratiyê ye’

Aso Mistefa yê ku rêveberê kampanyayê ye bi daxuyaniyek ragihand ku kampanyaya wan a alîkariyê bi dawî bûye û wiha got: “Alîkariya xelkê Teqteqê ji bo alîkariya Rojava nîşaneya yekîtî û biratiya neteweyî ye. Bi dehan ton xwarin û pêdiviyên cûr bi cûr bi çend kamyonan ber bi rojava ve hatin şandin. Her wiha îro, çar kamyonên derman û pêdiviyên tibî ji Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ji bo alîkariya xelkê Rojava hatine şandin.”