Şengalî li dijî hewldanên vegera îdareya PDK’ê meşiyan

Li Sinûnê li dijî hewldanên hatina îdareya PDK’ê ya ji bo Şengalê, bi pêşengiya dayîkan meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de peyama naskirin û rêzgirtina ji bo îradeya gelê Şengalê hat dayîn.

Şengal – Li navçeya Sinûnê ya Şengalê, li dijî hewldanên hatina hêz û îdareya girêdayî PDK’ê ya ji bo Şengalê, bi pêşengiya Hevpeymaniya Doza Êzidiyan meşeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku li ber avahiya qeymeqamtiya Sinûnê destpê kir de, endamên Hevpeymaniya Doza Êzidiyan, pêşengên civakê, dayîkên cangoriyan, şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û bi sedan xelkê Şengalê amade bûn.

Axa canbexşan nabe ciyê xiyanetkaran’

Di çalakiyê de pankartên “Ji hêza ku di rewşa zehmet de Şengal terikand re na. Îradeya gel xeta sor e”, “Axa canbexşan nabe ciyê xiyanetkaran”, “Şengal ya xwediyê xwe ye û biryar jî ya gelê wê ye” hatin vekirin. Dîsa dirûşmeyên “Şengal a Şengaliyan e”, “Em îdareya ferzkirî qebûl nakin” û  “Bila hikûmet rêzê li vîna civaka Êzidî bigire” hatin berzkirin.

Divê îradeya gelê Êzidî bê nasîn’

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê komîteya amadekar, endamê Hevpeymaniyê Tamirt Nayif Xelef daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev îdareya ku niha hewl tê dayîn were vegerandin, îdareyeke ne rewa ye û tenê nûnertiya berjewendiyên partiyekê dike. Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn: “Em hewildanên vegerandina îdareya kevin a ser bi PDK’ê, bi tundî red dikin. Ev îdare ne li gorî qanûnên dewleta Iraqê ne, li ser bingeha siyaseta hizbî hatibû avakirin. Ev îdareya ku îro dixwaze vegere, di sala 2017’an de Şengal bi tenê hişt û li Hewlêrê bi cîh bû. Di dema ku gelê me di nav kavilan de hewl dida vegere ser axa xwe, wan ji dûr ve tenê li daxwazên partiya xwe mêze dikir.”

Em vegera îdareya kevin a li Şengalê red dikin’

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bîra Şengalê nayê jêbirin û wiha hat gotin: “Gelê me fermana 3’yê Tebaxa 2014’an jibîr nekiriye. Ew îstîsmar û binpêkirinên ku di bin sîbera wê îdareyê de pêk hatin, sedema sereke ya bêbaweriya me ye. Em vegera îdareya kevin a li Şengalê bi temamî red dikin. Divê Hikûmeta Navendî û ya Nînovayê rêzê li vîna gelê Şengalê bigirin û dawî li peymanên siyasî yên li ser pişta gel bînin. Divê di zûtirîn demê de îdareyeke nû, serbixwe û jêhatî ku ji xelkê Şengalê ye were avakirin. Divê dosyaya budceya Şengalê ya ji sala 2011’an û vir ve were vekirin û were pirsîn ka ew pere li ku derê hatine xerckirin. Berpirsyariya her alozî û nerazîbûneke gel, dikeve stuyê wan aliyên ku dixwazin îdareyeke ferzkirî li ser gel bidin qebûlkirin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, girse bi dirûşman ber bi Çerxerêya Şehîd Mam Zekî Şengalî ve meşiya. Di meşê de bi dirûşmeyan, siyaseta PDK’ê ya liser ser Şengalê hate şermerzarkirin.