Şandeya endamên Parlamentoya Ewropayê serdana TAJÊ kir

Şandeya ku ji endamên Parlamentoya Ewropayê û Nûnerê Dem Partî yê Ewropayê pêk dihat serdana TAJÊ kir. Di serdanê de TAJÊ têkildarî rewşa li Şengalê agahî da şandeyê.

Şengal Şandeya ku ji endamên Parlamantoya Ewropayê (PE) û Nûnerê DEM Partî yê Ewropayê pêk dihat serdana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kir. Şande ji aliyê endam û rêveberên TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de şande bi kurtasî sedema hatina xwe ya Şengalê kirin û piştre jî TAJÊ derbarê rewşa Şengal, jin û civaka Êzidî, kar û xebatên TAJÊ û Rêveberiya Xweser de bi kurtahî agahî da şandeyê.

TAJÊ bi kurtasî ev agahî da şandeyê: “Destpêkê wek TAJÊ bi hatina we em gelek kêfxweş bûn. TAJÊ piştî fermanê ji hêla jinên êzidî ve bi hedef û armanca birêxistinkirina jinan girtina tola 74 fermanan hat avakirn. Me wek civakê xwe ji xweliya xwe ava kir. Em di nav qirkirin û fermanê de xwe ava kir. Em wek TAJÊ hewl didin pirsgirêkên jin û civakê çareser bikin. Piştî fermanê me hêza xwe ya leşkerî ava kir. Ji hêla din ve TAJÊ û Rêveberiya Xweser bi hev re valatiya ku piştî fermanê li Şengalê çêbû tijî dikin. Bi rastî kesên derve Şengalê baş nas nakin û tiştên ku li derve ji bo reşkirina Şengalê tê gotin dûrî rastiyê ne. Her wiha heta niha 14 dewleta fermanê fermî wek jenosîd qebûl kirin lê hikûmeta Iraqê bi rola xwe ya esasî ranebûye û fermanê qebûl nekiriye.”