Şahbanûya bê tac; Adîla Xanim
11’ê Nîsanê salvegera koça dawî ya Adîla Xanim e ku yek ji pêşengên Kurdên Helebçeyê bû û di sala 1919’an de yekem dadwer û rêvebira jin a Helebçeyê bû.
Navenda Nûçeyan –Adîla Xanim jinek bihêz û navdar bû ku nav û otorîteya wê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem geş bû û ev yek wê kir kesayetiyek berbiçav li Şehrezorê û Rojhilatê Kurdistanê. Di navbera Brîtanî, Osmanî, Faris, Kurd û Ereban de wê xwe wek rêberek îdarî, dîplomatîk û siyasî bi helwestek xurt û biryarên serketî derxist holê û ji hêla Brîtanî ve sernavê "Şahbanûya Bê Tac" qezenc kir.
Rêwîtiya wê
Adila Xanim keça Ebdulqadir Bey Hemîd Bey Sahibqran e. Ew di sala 1859’an de li Sineya paytexta Erdelanê, ji dayîk bû. Piştî hilweşîna Îmaratoriya Baban, ew çû Sineya rojhilatê Kurdistanê, li wir perwerdehiya xwe ya bingehîn a Quranê ji mamosteyekî taybet wergirt. Piştî zewaca xwe, ew çû Helebçeyê û di sala 1877’an de bi Osman Paşa, serokê eşîra Cafan re zewicî. Piştî mirina hevjînê xwe di sala 1905an de, ew bû seroka eşîrê û 19 salan hikumdarî li ser Cafan kir.
Jinek pêşeng û wêrek bû
Serokatiya wê li bajêr roleke girîng di hewldanên Osmaniyan de ji bo ferzkirina desthilatdariya xwe li ser Helebçeyê lîst, lê niştecihên bajêr zû nerazîbûna xwe anîn ziman. Adîla Xanim bi awayekî kategorîk red kir ku her cure desthilatdariya Osmanî li Helebçeyê were sazkirin. Her wiha nasnameya Kurd parast, ruhê yekîtiya neteweyî xurt kir, destwerdana Tirkiyê li herêmê kêm kir û pêşengiya yekîtiya Kurdan li dijî dagirkeran kir.
Şahbanûya bê tac
Ji hêla dîplomatîk ve, wê têkiliyên pir baş bi herêma Şehrezor û eşîrên rojhilat re domand, hemû biryarên xwe bicîh anî û yekîtiya eşîra Caf parast. Di têkiliyên derve de, wê bi Brîtaniyan re têkiliyên ewqas xurt danî ku wan jê re "Şahbanûya Bê Tac" digotin. Gerokê Îngilîz Minorsky hevdîtina xwe ya bi wê re li Helebçeyê di sala 1904an de tomar kir, wê wekî serwerek rastîn bi nav kir û pesnê comerdî, mêvanperwerî û jêhatîbûna wê ya rêveberiyê da.
Ji bo bîranîna wê peykera wê hate çêkirin
Piştî gelek salan xizmeta ji bo gel û jinan, Adîla Xanim di 11’ê Nîsana 1924’an de koça dawî kir û li goristana Ababeel a Helebçeyê hate veşartin. Di sala 2014’an de, li parka giştî ya Helebçeyê peykerek ji bo rûmeta wê hate danîn.