Şadî Sadr hêjayî Xelata Lêkolînera Çalakvan hate dîtin
Parêzer û çalakvana mafên mirovan a Îranî Şadî Sadr, ragihand ku ji aliyê Komeleya Navneteweyî ya Lêkolînên Jenosîdê ve hêjayî Xelata "Lêkolînera Çalakvan" a 2025’an hatiye dîtin.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Navneteweyî ya Lêkolînên Jenosîdê (IAGS), xelata "Lêkolînera Çalakvan" hêjayî çalakvana mafên mirovan û jinan Şadî Sadr dît.
Şadî Sadr, der barê vê mijarê de li ser hesabê xwe ya X’ê peyamek parve kir û xelat mîna "rûmetek mezin" bi nav kir.
Çalakvana mafên mirovan, biryara juriyê wiha rave kir: "Ketina hiqûqnas û çalakvanek a qadên lêkolînên akademîk, bûyerek erênî û kêm tê dîtin e; em bi gelemperî dibînin ku lêkolînerên akademîk berê xwe didin xebatên pratîkî, berevajî vê yekê pir kêm pêktê.”
Ev xelat, her sal ji lêkolînerên ku di qadên pêşîlêgirtina jenosîdê, lêgerîna edaletê û piştgiriya qurbaniyên tundiya siyasî û avahîsaziyê de xebatên bi çalak dimeşînin re tê dayîn.
Di daxuyaniya fermî ya Komeleya Navneteweyî ya Lêkolînên Jenosîdê de wiha hate gotin: "Xwediyê vê xelatê, kesên ku bi awayekî serkeftî lêkolînên akademîk bi hewldanên pêşîlêgirtina jenosîdê û hişyarkirinê re entegre dikin in.”