Îsraîlê êrîş bir ser kampa penaberan

Artêşa Îsraîlê, li dijî kampa penaberên Filistînî ya Eyn el-Hilva êrîşek hewayî pêkanîn û di encama êrişê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê, li dijî kampa penaberên Filistînî ya Eyn el-Hilva ya li bajarê Sidon ê başûrê Lubnanê êrîşek hewayî pêkanî. Di êrîşa Îsraîlê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Tîmên rizgarkirinê, diyar dikin ku wê hejmar zêde bibe.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA’yê, piştî êrîşa li derdora Mizgefta Xalid ibn el-Welîd a li kampê hate kirin, dengê çekan hatiye bihîstin û ambulans ji herêmê re hatiye şandin.

Îsraîl êrîşê girt ser xwe

Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniya xwe de êrîşa li dijî Kampa Penaberan a Filistînî ya Eyn el-Hilva li bajarê Sidon ê başûrê Lubnanê girt ser xwe û îdia kir ku endamên Hamasê hedef girtiye.