Înîsiyatîfa "Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye" wê 5 daxwazên sereke pêşkêşî meclîsê bike
Înîsiyatîfa "Pêwîstiya min bi aştiyê heye", di salvegera merasîma şewitandina çekan de, wê di 11'ê Tîrmehê de li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê bide û ji bo aştiyeke mayinde '5 daxwazên lezgîn' pêşkêşî parlamentoyê bike.
Navenda Nûçeyan – Înîsiyatîfa "Pêwîstiya min bi aştiyê heye", di salvegera merasîma şewitandina çekan de ku 11'ê Tîrmeha 2025'an bi pêşengiya Besê Hozat Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayî çek şewitand, wê li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Jinên ku wê saet di 11:00 de daxuyaniyê bidin, wê "5 daxwazên xwe yên lezgîn" pêşkêşî Meclîsê bikin.
Daxwazên înîsiyatîfê bi vî rengî ne:
"Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin, siyaset êdî weke sûc neyê dîtin û girtiyên siyasî azad bibin.
Dawî li kiryarên qeyûm bê anîn û îradeya demokratîk a gel bê naskirin.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin.
Ji bo aştî di nava mercên wekhev û demokratîk de bê avakirin, pêvajoyên danûstandinan bê meşandin.
Ji bo aştiyeke bi rûmet û mayinde Meclîs qanûnên pêwîst û sererastkirinên demokratîk bêyî derengxistinê bixe meriyetê."
Înîsiyatîfê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ji bo xurtkirina têkoşînê bang kir.