Êrîşên li ser Rojava didomin: Divê Peymana Medîneyê were dîtin

Berdevka PÎA’yê Menîce Gulmez diyar kir ku li Rojava bi têgehên olî komkujî tên kirin û got: “Ger em bixwazin mîsyona rast a îslamê derxin holê divê em li Peymana Medîneyê ya Hz. Muhemmed ji bo aştî û lihevkirinê amade kir binêrin.”

Amed – Hikumeta demkî ya Sûriyeyê tevî daxuyaniya “agirbestê” jî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên li dijî Kurdan didomîne.

Di êrîşên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de dîmenên hovîtiyên çeteyan û ji cihekî bilind avêtina cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Denîz Çiya ku çalakiya fedayî kiribû, bû sedema bertekên mezin

Piştî taxên Şêx Meqsûd ve Eşrefiyê HTŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê, niha jî li Reqayê li dijî Kurdan dest bi komkujiyan kirine û ji herêmê nûçe û dîmenên îşkenceya li ser jinan tên. Herî dawî li çerxeriya El-Neam a Reqayê, du jinên ku navê wan diyar nebûye bi êşkenceyê hatin kuştin.

Berdevka Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û ji sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiyê Menîce Rumeysa Gulmez, diyar kir ku di bin navê “Îslamê” de komkujî li ser Kurdan tên kirin û bertek nîşanî bêdengiya raya giştî da.

‘Hewl didin komkujiyan meşrû bikin’

Menîce Gulmez got ku komkujiyên çete bi gotina “Allah u ekber” dikin, ji bo têgihîştina “komkujî li sr nave olê” tên kirin ava bike tê gotin û diyar kir ku çete olê li gorî berjewendiyên xwe dikin amûr û bi kar tînin.

Menîce Gulmez bi mînakên cuda yên ji dîroka îslamê diyar kir ku di serdema Emewiyan de û li Kerbelayê jî bi heman armancê têgehên olî hatine bikaranîn, heta niha jî serî li vê rêbazê didin û bi gotinên; “Mixabin di roja me de îslam bûye aparta zihniyeta DAIŞ’ê hizbên li Rojihilata Navîn û hinek rêxistanan” bertek nîşan da, bal kişand ser komkujiyên li ser Kurdan û got: “Niha mezlûmên Rojhilata Navîn Kurd in.”

‘Bi bikaranîna olê hewl didin neteweyek tune bikin’ 

Menîce Gulmez wiha domand: “Niha dixwazin Kurdan, Elewî û Durziyan tune bikin… Ango yên ku ji bo xwe asteng dibînin û hemû aliyên ku hatine vederkirin hedef digrin. Vê yekê jî tenê dikarin bi bikaranîna olê bikin. Li gelek welatên Rojhilata Navîn û hinek rêxistinên li wan welatan vê yekê dikin. Li Rojhilata Navîn, her dem zulma li dijî ‘kesên ne ji me ne’ tê kirin, pir bi hêsanî jinedîtîve hatiye dîtin. Bi taybetî ji aliyê nijadî ve, zulma li dijî kesên ku ji wan nebûne û bêdengiya li dijî zulmê bûye kevneşopiyeke wan gelan. Her kes bertekê nîşanî zulma li Filistînê dide lê li dijî êrîşên li ser Rojava bêdengiya kesên oldar mirov dide fikirandin.”

‘Dema ku mijar gelê Kurd be her kes ker û lal dibe’

Menîce Gulmez diyar kir ku divê her kesê ku dibêje “ez mirov im” li dijî komkujyan bisekine û got: “Tevî ku dibêjin em misilman in, oldar in jî zulma li dijî kesên din asayî dibînin. Çiqas îslamê dizanibe bila bizanibe, çiqas rewşenbîr dibe bila bibe, dema ku mijar Kurd bin, xwe ker û lal dikin. Ger wisa nebûya dê îro xemgîniya ji bo Xezayê ji bo Rojava jî hebûya yan jî xemgîniya ji bo misilmanan dê ji bo Elewiyan, Durziyan jî hebûya. Jixwe mîsyona rast a îslamê ev e. Ango kesên ku ji neteweya mirov nebin jî divê mirov wan weke neteweya xwe bibîne û wisa nêz bibe. Vê xemsarî û bêhelwestiyê nîşan dide ku îslamê najîn û nepejirandine.”

‘Li dijî zilmê dê her dem bersiv hebe’

Menîce Gulmez diyar kir ku kesên li dijî zulma li ser sivîlên li Rojava bêdeng nemane rabûne ser lingan û wiha got: “Ger komkujî ku li dijî Kurdan, Durzî û Elewiyan nehatana kirin dê tevlîhevî çêbûya? Bêguman na. Divê were zanîn ku li cihê zulm hebe dê bersiv jê re hebe. Di tevahiya dîrokê de wiha bûye. Şoreşan wiha dest pê kirine. Şerên navxweyî jî ji ber vê derketine.”

‘Rejîmên radîkal her dem yên dijberên xwe diafirînin’

Menînce Gulmez bal kişand ku misilmaniya rastîn ew e tu li dijî zulmê derkevî dengê xwe derbixî û wiha domand: “Ger ez li dijî zulma ku li ser kesên ji neteweya min nebin bêdeng bimînim an jî li dijî zulma ku li ser kesên weke min nafikirin bê bertek bimînim, sibê dema ku heman zulm li min were kirin divê li bendê nebim ku kes îtiraz bike.”

Menîce Gulmez li ser serhildanên ku di meha Çileyê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkê ji ber sedemên aborî dest pê kir û dûre jî veguherîn daxwazên azadiyê jî got ku li wê derê jî ji ber zextan çalakiyan dest pê kirine û wiha domand: “Rejîmên radîkal her dem yên dijberên xwe diafirînin.  Rejîmên ku zulmê dikin, her dem mezlûmên xwe çêdikin û li dijî vê yekê jî teqîn çêdibe. Salên berê li Îranê yên ku serê wan girtîbû mezlûm bûn, îro jî yên ku naxwazin serê xwe bigrin û li gorî wan nefikirin dibin hedef. A rast ew e ku her kes bi awayê azd xwe îfade bike.”

Menîce Gulmez, bal kişand ser Peymana Medîneyê ku ji aliyê Hz. Muhemmed ve piştî hîcretê li Medîneyê di navbera olên cuda, kom û eşîran de bi armanca ku jiyana bi aştî û hevpar ava bike hat îmzekirin û wiha bi dawî kir: “Ger em bixwazin mîsyona rast a îslamê derxin holê divê em li Peyamana Medîneyê ya ku Hz. Muhemmed ji bo aştî û lihevhatinê amade kir binêrin. Ger em jî vê mînakê bikin pratîkê teqez dê li Rojhilata Navîn aştî û lihevhatin çêbibe û dawî li şeran were.”