Êrîşên çeteyên HTŞ’ê didomin

Êrîşên HTŞ û DAIŞ’ê li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin. Çeteyên HTŞ’ê û DAIŞ’ê êrîşî gundê Ebyad Basil ê li ser rêya Hesekê, Sirinê kir, Şervanên QSD’ê û YPJ’ê bersiv dan êrîşan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, berdewam in. Komên paramîlîter, êrîşî gundê Ebyad Basilê yê li ser rêya Hesekê û Reqayê kir. Hat zanîn ku gelek êrîşkaran di êrîşê de cih girtine. QSD û YPJ’ê jî bersiva êrîşan da û komên paramîlîter derbên giran xwarin. 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, konvoyeke çeteyan xwest êrîşî şervanên QSD, YPJ û YPG’ê bike. Şervanan bersîva êrîşên çeteyên hikûmeta demkî yên li ser rêya Hesekê-Reqayê ya li nêzî gundê Basilê daye.
Her wiha çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk bi obus û doçkayan êrîşî navenda Sirînê kirin.