Çeteyên HTŞ’ê li Derayê jinek qetil kirin

Çeteyên girêdayî HTŞ’ê li gundewarê Derayê jinek qetil kirin.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku çeteyên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst li gundewarê Derayê ku Siwêda dorpêç kirine, du erebeyên li ser rêya Siwêda – Beyrûtê dixebitîn gulebaran kirin.

Li gorî çavkaniyan destnîşan kir ku di gulebaranê de jina bi navê Neda Adil Amir hat qetilkirin.

Her wiha tê gotin ku di gulebaranê de zirar gihîştiye her du erebeyên, lê di derbarê rewşa kesên din ên di erebeyan de bûn de agahî nehatin parvekirin.