Çete li Efrînê darên zeytûnan dibirin
Zêdeyî 50 darên zeytûnan ên ku di navbera gundên Qurtequlaq û Qestal Kişkê yên Şeraya Efrînê de ne, hatin birîn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku zêdetirî 50 darên zeytûnan ên di navbera gundên Qurtequlaq û Qestal Kişkê yên navçeya Şeraya girêdayî kantona Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, hatin birîn.
Rêxistinê diyar kir ku darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Fewzî Şêx Nasan e. Hefteya borî di navbera gundên Qestal Cindo û Qitmê de darên cuda hatin birîn û birin Ezazê.