Çete êrîşê Eyn Îsa Şedadê û Reqayê dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, ragihand ku ruxmê peymanên agirbestê jî çekdarên rêveberiya demkî li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê êrîşên xwe li ser QSD’ê didomînin.
Navenda Nûçeyan - Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tevî lihevkirinên agirbestê yên ragihandî û daxuyaniyên der barê wê de jî çekdarên hikumeta Şamê êrîşên xwe li ser hêzên me yên li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê didomînin.
Di van kêliyan de li derdora girtîgeha Eqtan a li Reqayê ku girtiyên rêxistina DAIŞ’ê tê de hene, şerekî giran di navbra hêzên me û wan koman de rû dide. Ev yek xetereyeke mezin çêdike.
Em ji raya giştî re radigihînin ku asta gefan zêde dibe, nemaze ew kom hewl didin xwe bigihîjînin girtîgehê û dest deynin ser. Ev yek dê rewşeke xeternak bi xwe re bîne gefê li ser îstîqrarê çêbike û rê li ber vegera tevlihevî û terorê veke.
Em vê rewşê bi raya giştî re parve dikin. Em aliyên êrîşkar weke berpirsên encamên xirab û domandina van êrîşan dibînin."