Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi dewirgiritna koma 200'î de didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mısogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 200’î, di roja xwe ya 1030’emîn de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 200’î, di roja xwe ya 1030’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 199’emîn Ayten Sore daxuyanî xwend.

‘Zimanê dayikê ew zimane ku mirov bi wê dest bi jiyanê dike’

Ayten Sore di destpêka daxuyaniyê de balkişand li ser roja zimanê Kurdî û daxuyanî wiha domand: “Zimanê Kurdî ne tenê rojeke salnameyê de ye, di heman demê de bîranîneke girînge ku em li ser nirx hêz û watedariya zimanê xwe bi fikirin. Ev roj ji bo hemu gelan derfeteke ku ji nûve bale bikşînin ser giringiya parastina ziman û nehêlin ku ji nava civakê de winda bibe. Zimanê dayikê ew zimane ku mirov bi wê dest bi jiyanê dike.”

‘Ziman rûmet û nasname ye’

Ayten Sore di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku her ziman çandek, dîrokek û şêwazê jiyanê ye û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Gava ku em bi zimanê xwe diaxivin em ne tenê peyvan bikartînin, em hemû bîr, hest û ramanên nifşê berê jî di hejînin. Ji ber vê yekê ziman rûmet û nasname ye.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 200’î û dirûşmeyan dawî bû.