Li Kobanê jin bi wesîleya 8’ê Adarê li hev civiyan
Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanî civînek lidarxist. Di civînê de jinan teqeziya parastina destkefiyên xwe kirin.
Kobanê – Kongra Star a bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan ên Cîhanî rêzeçalakiyên cur be cur di bin dirûşmeya “Bi felsefeya JIN, JIYAN AZADÎ, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” lidardixe.
Îroj di çarçoveya heman hemeleyê de, li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido civînek birêxistin kir. Di civînê de bi dehan jinên ji bajar, nûnerên dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û saziyên civaka sivîl amdebûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş peyam û nirxandinên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser 8’ê Adarê û têkoşîna jinan xwend.
Paşê ji rêveberiyên bajarê Kobanê Rûken Ehmed axivî. Di axaftina xwe de balkîşand li ser bilindkirina têkoşîna jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe kir.
Rûken Ehmed wiha dibêje: “Jinan di dirêjahiya dîrokê de her tim xwe weke kesê ya din dîtiye û pênasekiriye, ji bo xwe tu xebat nekiriye û her tim entegreyî pergala heyî bûye. Rêber Apo ji bo ku jin venegere heman rewşê, di nava şoreşê de şoreşek din avakir ku ew jî şoreşa azadiya jin e. Ji bo vê jî avakirina partî, rêxistin û artêşa jin xwedî weteyeke pir mezin e û dikarbû di pêşeroja jinan de guhertinên pir mezin çêke. Em dikarin van pêşketinan jî weke destkeftiyên xwe jî pênase bikin ku bi pêşengiya Rêber Apo pêkhatin.”
Rûken Ehmed di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser êrîşên ku ji hêla desthilatdariyê ve li ser şoreşa jin pêktê û wiha dewam kir: “Di vê demê de jî şoreş û destkeftiyên jinan rû bi rûyê bahoza desthilatdariyê ye. Weke jin jî ji bo ku em bikarbin xwe ji vê bahozê biparêzin divê em hemû rojên xwe bikin 8’ê Adarê. 8’ê Adarê roja têkoşîn û serhildana li dijî desthilatdarî û neheqiyê ye, lewra jî divê her jinek xwe berpirsyar bibîne û em tevahî rojên xwe bikin yên têkoşînê. Eger em vê bikin, ez wiha bawer im ku emê xwe ji vê bahozê biparêzin û serkeftî jî derkevin.”
Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “JIN, JIYAN, AZADΔ bi dawî bû.