Reqseke ji bo Xezal Mewlanî: Şîn veguherî berxwedanê
Li Toronto, Kanada, Mîno Hamilî ji bo bîranîna Xezal Mewlanî, şervana Kurd ku di êrîşeke dronê ya Îranê de jiyana xwe ji dest da, reqsa "Helberkî" hat pêşkêşkirin. Performansê şîn û berxwedan anî cem hev, bîranîna şervana Kurd li ser dikê vejand.
Navenda Nûçeyan — Performanseke hunerî ya ne asayî li Toronto, Kanadayê, bi riya reqsa kevneşopî ya "Helberkî" bîranîna Kurdan vejand. Lê vê carê sehne bû cihekî ku siyaset bi windakirin û berxwedanê re li hev dikeve.
Performansa ku ji aliyê girtiya siyasî ya berê Mino Hamilî ve hat pêşkêşkirin, ne tenê pêşandaneke hunerî bû; kiryareke sembolîk bû, jiyana Xezal Mewlanî, şervana Kurd, bi bîr dianî ku çîroka wê, tevî birînên wê, bû sembola berxwedanê.
Reqsa "Helberkî" ku wekî yek ji hêmanên herî girîng ên çanda Kurdî tê hesibandin, di vê çarçoveyê de bûye xwedî wateyên nû. Bi derbaskirina sînorên kevneşopî yên di navbera huner û şînê de, bedenê veguherandiye amûrek ji bo ji nû ve avakirina bîra kolektîf a têkoşîna dirêj. Rîtma reqsê ku sembola yekîtî û hevgirtinê ye, bûye peyameke siyasî ya zelal li dijî tundî û îşkenceyê.
Performans di çarçoveya bernameya “Na ji îşkenceyê re, Na ji tunduyê re” ku ji hêla Navenda Kanadayî ya Qurbaniyên Îşkenceyê (CCVT) ve di 8’ê Gulanê de li Torontoyê hat organîzekirin, pêk hat.
Beşdarbûna Mîno Hamilî rêzgirtinek ji bo Xezal Mewlanî bû ku navê wê bi berxwedan û têkoşîna çekdarî re hevwate ye û bedena ku ji şer û birînan wêran bûye temsîl dike.
Xezal Mewlanî şervaneke Kurd, girêdayî hêzên Pêşmerge bû. Di êvara 15’ê Nîsanê de bi êrîşa balafira bêmirov a ji Îranê ya li ser kampa Komala li Başûrê Kurdistanê, bi giranî birîndar bû. Tevî giraniya birînên wê, ji ber sedemên siyasî û fikarên li ser encamên muhtemel destûr nehat dayîn li nexweşxaneyên Silêmaniyê were dermankirin û li pişt deriyên girtî jiyana xwe ji dest da.
Şîn veguherî berxwedanê
Her çendî ew bi bêdengî û dûrî çavên raya giştî hatibe veşartin jî bîranîna wê nehatiye jibîrkirin. Her çendî hevalên wê li ser gora wê soza xwe nû kirin jî îro vê performansa hunerî bîranîna wê dîsa anî ber çavan. Vê performansê şînê veguherand berxwedanê û bîranînê jî veguherand protestoyeke zindî li dijî zilm û tundiya siyasî.
Organîzatorên çalakiyê diyar dikin ku armanca wan ew e bi performansên bi vî rengî balê bikşînin ser êşa kuştiyan û rola hunerê di şerê li dijî tundiya sîstemîk de nîşan bidin. Ew her wiha tekez dikin ku çîroka Xezal Mewlanî ne bûyereke tenê ye, yek ji binpêkirinên li dijî çalakvan û şervanên Kurd ên li herêmê tê kirin e.