Portreya Rojê: Ji nava Til El-Şayîr du stêrkên timî geş bimînin Hind û Seda

Du jinên li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê serî netewandî û heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo azadiya jinan ked dayîn Hind û Seda di têkoşîna tevgerên jinan de bûn wesîleya biriyardariyê.

HÊLÎN GEMO
Hesekê – Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava xebatên xwe bi pergala hevserokatiyê û pêşengiya jinan dide meşandin. Jinên pêşengiyê ji xebatê re dikin dibin hedefa pergala deshilatiya mêran a dibin tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de dijminiya jinan dike. Dîmenên îşkencekirin û qetilkirina Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef û siyokast kirina Zehra Berkel û hevalên wê hinek ji vê dijminahiya li hemberî jinên têgihiştî û pêşenge. Seda û Hind jî bi heman hişmendiyê hedef hatin girtin û bi îşkencê ew qetilkirin.
Di rojên derbasbûyî de rojeva rêxistina jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê Kongra Star du jinên pêşeng ên bi îşkencê hatîn qetilkirinbû. Şêwaza qetilkirina wan xemgîniyek li ser herêmê daye çêkirin û hemû welatiyên hêrmê li hemberî wê bûyerê hêrsa xwe nîşandan. Ji bo em ji nêz ve her du jinên pêşeng binasin me xwe gihand hevalên wan ên xebatê û di derbarê jiyana wan de agahiyên hîn bûne emê bi xwendevanên xwe re par bikin.
Eslam Letîf El-Xidîr ku bi navê Hind dihat nasîn di sala 2000'an de li bajaroka Til El-Şayîr a girêdayî navçeya Deşîşa Hesekê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra El-Cibûr e. Bavê Hind du caran zewiciye û Hind ji jina duyemîn e, malbata wê ji 9 kesan pêk dihat, 3 keç û 3 kur tevî du dayîk û bavê wan.
Hind El-Xidîr xwendina xwe ya seretayî li Dişîşa di dibistana Hedac de qedandiye. Ji ber ku dibistan navîn li gund tunebû ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê. Li mala xalê xwe bi cih dibe û di dibistana Beyrûnî de heya pola 9 xwendiye. Piştî ku bawernameya pola 9 digere vedigere gel malbata xwe li bajaroka Til El-Şayîr.    
Di temenê 15'e salî de wê dizewicînin
Hin eşîrên ereb keçên xwe di temenekî biçûk de didin zewicandin. Hind jî dibe qurbana van urf û adatan û di temenê 15 salî de malbat wê bi yekî İraqî re dizewicînin. 3 heyvan bi hevjînê xwe re li Şengalê dimîn e.Piştî 3'ê heyvan dixwaze serdana malbata xwe bike û vedgire Til El-Şayîr, wê demê Hind ducanî bû. Dema çûn û hatina di navbera sînorê Suriyê û İraqê de hat girtin, hevjînê wê bi hinceta ku rê nema tê vekirin wê berda. Hind li gel malbata xwe ma û zarokek keç anî diniyayê. Keça wê ya niha 4 saliye bi tena xwe xwedî kir.
Gelek caran hewl da ku di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de cih bigire û parastina mafê jinan bike, lê ji ber urf û adatan malbatê nedhiştin ku tevlî kar bibe. Piştî têkoşînek bê navber di 1'ê mijdara 2020'an de, di Meclisa Til El-Şayir de dest bikar kir. Ji xwe beriya kar jî li bajarê Til Hemîs mekeê tevlî perwerdeyê dibe. Hind pir bi şehadeta Hevrîn Xelef û yadê Eqîde êşiya bû û bi wê êşê xwest hemû jinên cîhanê ji bin zilama deshilatdariyê û tureyên malbat û civakê rizgar bike.  
Barê du zarokan dikeve ser milê Sedayê
Seda Feysel El-Hermas di sala 1993'an de li bajaroka Til El-Şayîr a girêdayî navçeya Dişîşa ya Hesekê çavê xwe li jiyanê vekirye. Bi eslê xwe ji eşîreta Cihêşî ye. Heya pola 9 xwendiye, piştre dizewice û dibe dayika du keçikan. Temenê keça wê ya mezin Meryemê salek û şeş mehe, Emara jî şeş mehiye. Piştî ku du zarokên keç li peyî hev tîne diniyayê hevjînê wê, wê berdide û barê xwedîkirina zarokan li ser milê wê dihêl e.
Ew jî mîna Hind gelek caran bi rêveberiyên Kongireya Star re têkilî datanî ji bo ku tevlî kar û xebatê jinê bibe, ji ber çerenûsa wê mîna bi hezaran jinan bû. Malbatê wê ji xewin û xeyalên wê bêpar hiştin. Piştî gelek hewildanan ew jî di 1'ê mijdara 2020'an de dibe Hevseroka Meclisa Deşîşa. Ji ber ku Hind û Seda ji heman bajarokî bûn, di eyînî sal, mehê de daxwaza wan pêk hat û ketin nava xebatê. 
Heya 8 rojan cenazeyên wan nehat veşartin
Hind û Seda gelek caran ji hêla DAİŞ'ê ve rastî gefên serjêkirê hatin, lê dev ji doz û xeta xwe ya têkoşînê bernedan. Di 22'ê çileya 2021'an de çeteyên DAİŞ'ê êrîşî mala wan dike, hemû endamên malbatê di odeyekê de digirin, tiştek bi malbatê nekirin ji ber armanca wan ya sereke Hind û Seda bû. Dest û çavê wan girtin û birin paşê bi awayekî hovane cenazeyê wan ê îşkencekirî hatin dîtin.
Piştî qetilkirinan her duyan, hîn jî malbata Hind û Seda rastî gefên DAİŞ'ê tên. Ji ber vê yekê heya 8 rojan cenazeyên wan nehat veşartin. Di 31'ê çileya 2021'an de li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê wesîqeya şehadeta wan hat xwendin û cenazeyê wan li cihê lê hatîn diniyayê û mezin bûyî Til El-Şayîr spartin axê.
'Dixwestin hemû jin bi azadî û serfirazî bijîn'
Endama Rêveberiya Kongereya Sitar a Kantona Hesekê Rîma Îsa Mehmûd behsa tevgera Seda û Hind di nav kar û xebatê de kir û got: "Di kesayeta Hind û Seda de em hemû jinênên di xeta azadiya jinan de fedekarî kirine û heta nefesa xwe ya dawî weke wan bê tirs ked dane bibîr tînin, bejina xwe li ber wan ditewînin û ser saxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Seda û Hind du jinên pir zîrek bûn. Raste demek kurt tevlî kar bûn lê serkeftî karê xwe dikirin. Tevî ku malbatên wan nehiştin ji mal derkevin jî cardin xwe gihandin tevgera jinê û ketin nava kar. Astengî li pêşiya vîna wan nekarî bisekine, ji lewra bi fedekariyek mezin dixebitîn. Her di nava hewildanan de bûn. Her du jin bi heman armancê tevdigeriyan û dixwestin hemû jinên cîhanê bi azadî û serfirazî bijîn. "
‘Emê rêya wan bişopînin heya dilopek xwîn di canê me de hebe’
Ji dema qetilkirina wan û heya niha hemû Rêxisitnê jinan çalakiyên cur bi cur li darxisitne. Rîma giringiya xwedîderketina wan ji aliyê tevgerên jinan ve nirxand û soza şopandina riya wan da û got: "Em soz didin hemû şehdên xeta azadiyê, emê ji dû riya wan venegerin. Em keda Seda û Hind li erdê nahêlin û emê li hemû jinên cîhanê xwedî derkevin."