Portireya rojê: Fermandara li hemberî Împeratoriya Romayê bi ser ketî: Emanê Rênas

Emanê Rênas a sîh salan welatê xwe bi rêve biriye û li hemberî Împeratoriya Romayê di şer de bi ser ketiye.

 
Navenda Nûçeyan - Rêvebira welatê xwe û fermandara şerê giran ê li hemberî Împeratoriya Romayê Emanê Rênas bi nasnavên weke Bamancî û Belkndaka jî tê nasîn, li welatê Elnobî ku bi zimanê îro Sûdanê jiyaye. Ew bi bedewî û hêzbûna xwe li welatê Elnobî weke efsaneyekê tê pênasekirin. Emanî bi qiralê memleketê kûş re di zewice û kurekî wê çêdibe. Piştî ku qiral jiyana xwe ji dest dide Emanî welat bi rêve dibe. Li gorî agahiyan ji 40 heta 10’ê beriya zayinê bi giştî sîh salan hikim kiriye. 
Di meyîdana cengê de birîndar dibe
Di wan pêvajoyan de Împeratoriya Romayê hewildanên dagirkirina welatên derdorê hemûyê ku weke Cezîreya Ereban tê zanîn dike. Ji xwe ketibûn Misrê û ber bi welatên dinê ve jî tevger dikirin. Emanî dest bi amadekariyên şer dike, berê xwe dide Misrê û li hemberî Romayê çeper digire. Di şerê li himberî qiralê Roma Axostos Mark Antonî de çavekî xwe wendadike. Dema birîndar jî dibe ji nava şer dernakeve û hîn zêdetir bi hêrs şerdike. Wê xwe di serkeftinê de kilîd kiribû ji ber wê jî hemû hêza xwe dide eniya şer û bi serdikeve. Heta leşkerên Romayê ji Misrê derdixe nasekine. Weke bermahiyên şer jî du peyîkerên zîv ên Împratorê Romayê Axostos digire. Dema ku Împeratoriya Romayê dinêre nikare li hemberî Emayê biserkevin vêcarê jî dest bi îtifaqan dikin û hewil didin bi şêwazên cuda deshilatiya xwe li herêmê berdewam bikin. Emanê vê niyeta wan dizane û bi baldarî tevdigere.
Di dawiyê de Emanê agirbestê dipejirîne û bi xwe bendên hevpeyîmanê dinivîsîne, paşê jî ji Romayê re dişîne. Împeratoriya Romayê jî li ser esasê wan bendan agirbetê dipejirîne. Hinek ji naveroka wan bendan jî wihane; “Divê Împeratoriya Romayê leşkerên xwe ji bajarê Kuş û hemû deverên dagirkiriye paşve bikişîne û sînorê navbera me û Romayê welatê Eswan be.” Roma jî van şertan dipejirîne û li ser wê hevpeyîmanê li hev tên.
Emanê di salên 10 berî zayinê de jiyana xwe ji dest daye, cenazeye wê li çiyaye El Berkel dispêrin axê.