Pırtûka rojê: Kulîlka Evîna Bêdeng

Nivîskara pirtûkê Kevok Mizgîn 13’ê mijdara 1977’an li Êlihê di nava malbatek koçer de dayik bûye. Di sala 1975’an de malbata wê dev ji koçeriyê berdane û li Êlihê bi cih bûne. Di sala 2008’an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Ev pirtûk berhema wê ya yekemîn e.
Kevok Mizgîn helbestên xwe bi zimaneke zelal û herikbar nivîsîne. Di tevahî helbestên wê de hezkirin ango ‘evîndarî’ xuya dibe. Diyar e ku ev keça koçer, evîndara ax û xwezayê ye û bi rêya wê evînê bi dilekî nerm ji hemû heyînan hez dike. Di helbesta xwe ya bi navê Xweza de wiha dibêje: “Xweza bihişta evîniyê/û awêneya eşqê ye/dem bi dem û kêlî bi kêlî/dîmenên eşqê pêşkêşî dildar dike/ bi mînak û bi wêneyan/evîna qedîm tîne ziman û vedibêje.”