Norma Rae: Ji bo mafên sendîkayan têkoşîna karkerek e
Norma Rae çîroka jinek e ku li kargeheke tekstîlê ya biçûk dixebite û têkoşîna wê ya dijwar ji bo mafên karkeran e. Ev çîrok li ser bûyerên rastîn hatiye avakirin.
Navenda Nûçeyan – Çîroka Norma Rae Webster ku li bajarekî biçûk dijî û debara xwe bi karê li kargeheke tekstîlê dike, behsa jiyana karkerek asayî ya ku dibe pêşenga guhertinên mezin, dike.
Norma ku jiyana xwe di nava zehmetiyên malbata xwe û şert û mercên xebatê yên dijwar de diborîne, dibîne ku cîhana wê ji aliyê Reuben Warshowsky ve tê guhertin. Tê bajêr da ku li ser rêxistina sendîkayê bixebite. Reuben ku di destpêkê de ji aliyê gelê bajêr ve bi gumanbariyê re rûbirû maye, bi helwesta xwe ya biryardar û wêrek, bi taybetî piştgiriya Norma Rae digre.
Norma dibe dengê karakran
Norma, ji bo ku karker dengê xwe li dijî mûçeyên kêm, şert û mercên xebatê yên xirab û bêewlehiyê bidin bihîstin, dest bi têkoşînê dike. Ev têkoşîn dihêle ku zû bibe yek ji kesayetên herî girîng ên vê tevgerê. Lê belê têkoşîna wê ne hêsan e. Ew li ser kar bi zextê re rûbirû ye, xetera windakirina karê xwe û pevçûnên bi malbat û civaka xwe re heye.
Tevî hemû astengiyan jî ew bi ser ketin
Tevî hemû astengiyan, Norma Rae û Reuben nîşan didin ku karker dikarin bi hev re tevbigerin. Karker serkeftinek dîrokî bi dest dixin dema ku piraniya dengdêrên sendîkaya kargehê dengê xwe didin sendîkayê.
Çîroka wêrekî û rastiyê ye
“Norma Rae” ku ji çîrokeke rastîn îlham girtiye, ne tenê çîrokeke sendîkayî ye; ew di heman demê de wekî çîrokeke bihêz a wêrekî, hevgirtin û têkoşîna ji bo mafan derdikeve pêş.