Talîban bi zextan hewl dide parkan li jinan qedexe bike
Li parêzgeha Bamyanê, her diçe zext û astengiyên Talîbanê zêdetir dibin. Jin li dijî xizanî û qedexeyên Talîbanê, têdikoşin hewl didin qedexeyan derbas bikin û li hemberî kesên ku van qedexeyan pêk tînin, têdikoşin.
BAHARAN LEHÎB
Bamyan – Parkeke ku erda wê ax e li quncikekî bajarê Bamyanê xuya dike. Tevî gelek cihên şahiyê li bajarê Bamyanê hene, mirov ji seranserê Efganistanê diçin vê parêzgehê da ku cihê wê yê herî balkêş Band Amir bibînin. Heta mirovên ji welatên derveyî Efganistanê jî ji van deran kêfê digrin. Şêniyên Bamyanê hê jî bi xizanî, bêkarî, kêmasiya tesîsan û bi gelek zoriyan re têdikoşin.
Wekî ku me di raporên berê de bi berfirehî behs kir, her sal bi milyonan Efgan ji Band Amir diçin berîkên hikûmet û mezinên herêmê lê riya ku vê derê bi hev ve gire dide axî û bê hevsengî ye. Xelkê Band Amir di nav xelkê herî xizan ê welat de ne. Lê li deverên niştecihbûnê park hatine çêkirin ku malbat diçin wê derê da ku zarokên wan bikaribin alavên lîstikê, her çendî bingehîn bin jî bikar bînin. Her wekî ku di bin desthilatdariya Talîbanê de li seranserê Efganistanê ji bo mirovan taybetî jinan, nefesgirtin dijwar bûye, zexta berdewam wan ji mafên wan ên herî bingehîn mehrûm kiriye.
Park ji jinan re dibe cihê bêhnvedanê
Em rojek çûn serdana vê parkê. Li wir jin, mêr û zarok hebûn û hinek alavên lîstikê nû hatibûn anîn û sazkirin. Me bi Cemîla Wasal re axivî ku bi zaroka xwe ya biçûk re hatibû parkê. Cemîla dayîka keç û kurekî ye. Hevjînê wê li ofîsekê li Kabulê dixebite. Cemîla bi xwe bi çêkirina xalîçeyan mijûl e, bi alîkariya xesûya xwe zarokan mezin dike. Beriya Talîbanê wê jî wek bi milyonan jinên din ên Efgan, xwendina bilind hebû. Cemîla ji me re got: "Ez her şev têm vê parkê da ku xwe ji karên malê, lênêrîna zarokan û çêkirina xalîçeyan rizgar bikim û ez dixwazim ku zarokên min saetekê kêfê bikin."
‘Ji bo ketina parkê hin tacîz hatin bikar anîn'
Cemîla Wasal wiha got: "Çend roj berê, dema ku ez bi her du zarokên xwe re hatim, xesûya min bi min re bû. Li deriyê ketina parkê, hin mirovên bê exlaq rûniştibûn û rê li ber jinan digirtin ku bikevin hundir. Lê jinan guh nedan wan û di dawiyê de em neçar man ku bikevin parkê. Hemû jin bi zarokên xwe re ketin parkê û me bi saetan li parkê derbas kir. Ji wê rojê û pê ve, wan negot ku divê jin nekevin parkê, lê ew car caran tên parkê da ku mirovan kontrol bikin û cilên jinan kontrol bikin."
'Jin teslîmbûnê qebûl nakin'
Cemîla Wasal axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jinên Efgan teslîmî Talîbanê nabin; ger ew teslîm bibin, ew ê hemû neçar bimînin ku xwe bikujin û dawî li jiyana xwe bînin. Em jin dê her derfetê bikar bînin û tirsê di dilê wan de biçînin, bi hêviya ku rojek jin bibin pêşengên civaka me."