Li lîbyayê jin du caran tên kuştin!

Destdirêjiya li ser jinan bi kuştinê bi dawî nabe, piştî mirina wan êrîşeke din di qada dîjîtal de dest pê dike. Beriya ku lêpirsîn biqedin an encamên dadwerî werin dayîn gotegotên li ser medyaya dîjîtal dibin sedem ku jin du caran werin kuştin.

EZÎZA HISÊN

Lîbya – Êşa hinek jinan bi mirina wan bi dawî nabe, ji ber ku dibe bi riya rûreşkirinê, destwerdana jiyana wan a taybet û nirxandina wêne û nav û dengê wan rastî îstîsmara berdewam werin. Li şûna ku balê bikşînin ser eşkerekirina rastiya tiştên qewimî.

Doza çalakvana keşfê û xwebexşa Heyva Sor a Lîbyayê Fatimê El-Tebawî bi rapora windabûna wê dest pê kir. Du roj şûnde di Tîrmeha 2026'an de di apartmaneke li navçeya el-Mecûrî ya Bingaziyê mirî hat dîtin. Rêveberiya Ewlehiyê ya Bingaziyê ragihand ku lêpirsîn berdewam dikin û sedema mirinê dê li gorî testên dadwerî û laboratîfê were destnîşankirin. Saziya Mafên Mirovan a Neteweyî daxwaza lêpirsînek zelal kir da ku şert û mercên dozê werin eşkerekirin.

Lê mesele bi lêpirsînê tenê nema ket medyaya dîjîtal, li wê derê li ser nivîs û şîroveyan jiyana taybet, wêne û nav û dengê Fatimayê nîqaş hatin kirin ku vê yekê veguherî mijareke darizandina civakî.

Pirsgirêkek wisa di doza afrînerê naverokê Xansaa El-Mucahîd de derket holê ku di Mijdara 2025'an de li herêma el-Sîrac ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Tevî ku Wezareta Karên Hundir lêpirsînek ragihand jî heta Sibata 2026'an di raporên weşandî de motîvên sûc û sûcdar nediyar man.

Ev her du doz pirsgirêkê eşkere dikin ku ji sûc bi xwe wêdetir diçe. Dema kuştî jin be, jiyana wê ya dîjîtal û kesane dikare bibe mijara spekulasyon û heqaretê, wêne û tevgerên wê dikarin werin nîqaşkirin li şûna ku li ser mafê wê yê edalet û rastiyê bisekinin. Rêzgirtina ji bo jinekê bi mirina wê bi dawî nabe û mirina wê mafê wê yê rûmetê jî înkar nake yan jî civakê ji berpirsiyariya parastina nav û deng û bîranîna wê azad nake.

Kuştî sûcdar tên dîtin

Rojnamevan Salma Masûd bawer dike ku yek ji diyardeyên herî xeternak ên bi kuştina jinan re tê, veguherîna civakê ji lêpirsîna sûc ber bi darizandina kuştî ve ye. Salma got: "Pirs dikarin li şûna balkişandina ser delîlan, nasnameya sûcdar û nîşaneyên berê yên xeterê, ber bi jiyana taybet a jinê û tiştên ku ew li ser platformên medyaya dîjîtal diweşîne ve, werin arastekirin.

Salma Masûd vê yekê bi tiştê ku ew jê re dibêje ramana "kuştiya îdeal" ve girêdide ku jin carna wekî hêjayî sempatiyê tên dîtin. Ger wêneyê wan li gorî normên civakî yên serdest be, agahî an gotegotek ku bi wê wêneyê re nakok e dikare bibe hincet ji bo reşkirina wê. Salma tekez dike ku nerazîbûna li ser tevger an hilbijartinên jinekê mafê êrîşê nade kesî û edalet ne wekî xelatek ji bo pabendbûna bi normên civakî tê dayîn, wekî mafeke ku ne girêdayî tevgera kesane ye tê dayîn.

Di çarçoveya Lîbyayê de, Salma Masûd balê dikşîne ser hebûna têgeha "namûsê" di hinek gotarên civakî û hiqûqî de. Salma girîng dibîne ku bandora vê têgehê di mijara sûcên kuştina jinan de were nîqaşkirin.

Çîroka li ser navê ‘namûsê’

Çalakvana jin Dîna El-Fazanî bawer dike ku bêrûmetkirina jinan piştî kuştina wan di normên civakî de standardeke dualî nîşan dide; ji ber ku lêpirsîna jiyana taybet a jinekê dikare bibe beşeke girîng a nîqaşa li ser sûc. Di heman demê de heman tevger dema ku bi mêrekî ve girêdayî ye, heman baldariyê nabîne.

Dîna El- Fazanî dibêje ku jin dikarin "çi bi maf çi bi neheqî" bên bêrûmetkirin û destnîşan dike ku bikaranîna hûrgiliyên jiyana wan a taybet ji bo ravekirina kuştina wan dikare berpirsiyariyê ji sûcdar bavêje ser a hatiye kuştin. Dîna vê yekê bi nîqaşa li dora metnên zagonî yên têkildarî tiştên ku jê re sûcên rûmetê tê gotin ve girêdide û dibêje: "Hebûna bendên ku di dozên taybet de şert û mercên sivik didin, nîqaşeke zagonî û civakî li ser lihevhatina wan bi parastina mafê jiyanê yê jinan re pêwîst dike."

Malbat jî bedel didin

Psîkolog Bahîca El-Axdar bawer dike ku mirina keçek dibe ku ezmûneke pir bi êş be lê têkiliya wê bi gotegot û tohmetan re dikare hestên xemgîniyê yên hêrs, bêçareyî, fikara li ser nav û dengê mirî û tirsa ji nêrîna civakê zêdetir bike.

'Dubarebûna naveroka destdirêjker dikare stresa psîkolojîk zêde bike'

Bahîca El-Axdar destnîşan dike ku dubarebûna naveroka destdirêjker dikare stresa psîkolojîk zêde bike, ku dibe weke bêxewî, ramana domdar li ser naverokê, an dûrketina ji medyaya civakî xwe nîşan bide. Bahîca di nav gotinên xwe de wiha got: "Ji malbatan re tê şîret kirin ku kêmtirîn rûbirûbûna bi naveroka destdirêjker re bikin, kesek destnîşan bikin ku çalakiya serhêl bişopîne, materyalên ku dibe ku ji bo çalakiya qanûnî têkildar bin hilînin û ji parvekirina gotegotan an jî tevlîbûna pevçûnên serhêl dûr bisekinin."

Dema ku mirin dibe destpêka darizandineke din

Rojnamevan Mouniya Bin Yahmed dibêje ku jinên li Lîbyayê, ji bilî tundî û sûcên ku ew rastî wan tên, bi awayekî din ê tundiyê re rûbirû dimînin ku bi navûdengê heqaret û kuştina karakterê xwe tê nîşandan. Moniya destnîşan dike ku ev gotar di civakê de bi awayekî berbiçav derketiye holê, taybetî di rewşên ku jin tê de alî ye, da ku sûcê orîjînal ji nedîtî ve were.

Muniya Bin Yahmed destnîşan kir ku jinek ku tê kuştin, taybetî ger sûcdar ji derdora wê yan xizmên wê be, dibe ku ew bixwe bibe mijara tawanbarkirinê, li şûna ku balê bikşîne ser sûc û sûcdar hesab bide.

Muniya piştrast kir ku hejmarek rojnamevanên jin rastî heqaretê hatine. Tiştên ku piştî sûcên li dijî jinan diqewimin li ser platformên medyaya dîjîtal tên weşandin, şêwazek dubarekirî ya êrîşkirina qurbaniyê nîşan dide li şûna ku hevgirtinê bi wê re nîşan bidin û sûcdar hesab bipirsin.

Mouniya Bin Yahmed bawer dike ku xetera vê gotarê ne tenê di sûcê li hember qurbaniyê de ye, di heman demê de di şiyana wê ya ji nû ve pênasekirina sûc bi xwe de ye. Nîqaş vediguhere pirsek din a bi tevger, nav û deng û hilbijartinên kesane yên jinê ve girêdayî ye, wek ku qurbanî divê pêşî îsbat bike ew heq dike sempatî lê were kirin berî ku ew wek mirovek ku zirar dîtiye were dîtin.