Vê hefteyê li aqûbeta Maksut Tepelî hat pirsîn

Dayikên Şemiyê, aqûbeta Maksut Tepelî yê 39 sal berê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê çalakiya ku her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin, kujer werin darizandin û cezakirin li dar dixin, hefteya 932’emîn li ser online li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Maksut Tepelî (28) ê ku piştî di 2'ê Sibata 1984'an de çû mala hevalê xwe yê li Taxa Ataşehîr Kuçukbakkalkoyê di encama gulebarana polîsan de birîndar bû, piştî hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hayrettîn Eren ê ji windahiyên 12'ê Îlonê Îkbal Eren xwend.

Îkbal Eren, di destpêke de bal kişand ser bêcezahiştina kiryaran û veşartina rastiyan û got: "Ev tişt têr nakin kesên ku daxwaza edaletê dikin jî tên cezakirin û zextê li wan dikin. Bi hewaya siyasetê û lidijî hiqûqê doz li kesên ku edaletê dixwazin tê vekirin."

‘Çîroka windabûna Maksut Tepelî’

Îkbal Eren wiha bal kişand ser çîroka windakirina Maksut Tepelî ê 28 salî: "Maksût mamosteyekî ciwan bû, di 2'yê sibata 1984'an de dema çu serdana hevalên xwe di rê de ji hêla polîsan ve hat gulebarankirin. Şûna ku Maksut Tepelî bibin nexweşxaneyê Maksut Tepelî xistin nava beteniyekî û ew birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepê. Li gorî 3 şahidên ku di heman demê de di bin çavan de bûn; Maksut di 5'ê sibata 1984'an de li Şaxa Siyasî ya Gayrettepê îşkenceyek mezin dîtiye û bi rewşeke giran ew rakirine nexweşxaneyê. Êdî pê ve tu agahî jê nayê girtin. 

Piştî 22 salan heqîqet derketin holê

Dezgehên fermî binçavkirina Maksût înkar kirin. Parêzer û malbata wî ji bo aqûbeta wî hîn bibin her dem di nav lêgerînê de bûn. Piştî 22 salan, belgenameyeke fermî gihîşt ber destên malbatê. Li gorî belgenameyê Maksût di 6'ê sibatê de li Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê jiyana xwe ji dest daye. Piştî îsrara sê salên domdar, rayedarên fermî qebûl kirin ku Maksût li Goristana Bêkesan a Helvacidedeyê hatiye definkirin. Ji ber ku cihê hatiye definkirinê nehat gotin, cihê gora wî nayê zanîn. Heta niha der barê mijarê de lêkolîneke berfireh nehatiye kirin. Ligel şahid û begeyên heyî, gilîkirina malbatan jî tenê 3 caran lêpirsin hat destpêkirin û bi neşopandinê encam bû. Polîsên ku bûn sedema birîndarbûna Maksût û polîsên ku îşkence li Maksût kirin nasnameyên wan çendî diyar be jî der barê wan de biryara neşopandinê hat dayîn.  

Ji dosyayê re biryara demboriyê hat dayîn

Dosyaya ku ji aliyê malbata tu carî dev jî lêgerîna xwe berneda û ji parêzerên ÎHD'ê Gulseren Yolerî carek din dosya anî ber darazê lê di sala 2014'an de ji ber ku dem derbas bûye hat girtin. Dadgeha Makeqanûnê di sala 2017'an de carek din biryara dem derbas bûye da. Parêzer piştre serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Em carek din bang li meqemên darazê dikin; ji bo Maksut Tepelî ku 38 sal berê li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê hatibû binçavkirin û windakirin, bila hiqûqê bixin meriyetê; berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina çarenûsa wî û darizandina kiryarên hatine tesbîtkirin bi cih bînin.”