Roja 3’emîn ya mihrîcanê bi dawî bû

Mihrîcana Şehîd Berçem ya Çand û Hûnera jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di roja sêyemîn de bi konsertên mûzik û govendê bi dawî bû.

Kobanê- Mihrîcana Şehîd Berçem ya ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye birêxistinkirin ku ji 6’ê Îlonê ve destpê kiriye, ber bi dawiyê ve diçe.

Îroj piştî ku di danê nîvro de li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya bajarê Kobanê 7 komên govendê yên Kurd, Ereb û Ermen amedekariyên xwe pêşkêş kirin, roja 3’yemîn ya mihrîcanê li qada şehîd Egîd bi dawî bû.

Di bernameya êvarê ya mihrîcanê de ku weke her şev, careke din bi sedan şêniyên Kobanê ji zarok, ciwan û jinan berê xwe dan qada şahiyê û bi kelecaneke mezin beşdar bûn. Îroj jî dayîka Şehîd Berçem Efrîn di mihrîcanê de amede bû.

Piştî pêşkêşkirina peyamên hunermend Nahîde Hawremî ya ji Rojhilatê Kurdistanê û ya nivîskara Sûryan Xalîde Kemal, konsertên mûzik û govendê derketin ser dik.

Roja sêyemîn ya mihrîcanê bi bernameyên koma şehîd Delîla ya ji bajarê Amûdê a kantona Qamişlo û Koma Şehîd Hêlîn Cûdî ya Reqayê, her wiha komên govendê ya dayîka ya Kobanê û şehîd Hêzil a bajarê Helebê û beşdarbûna hunermend Sîham Nebo ji Reqayê û Mizgîn Girbawî ji Qamişlo birêve çû.

Şeva beriya dawî ya mihrîcanê bi gerandina xelekên govendê yên bê navber bi dawî bû.

Siba di roja dawî ya mihrîcanê de wê danê sibehê hemû xebat di çarçoveya helbest, wêje û çandî de be ku di danê êvarê de jî konsertên mûzikê bi beşdarbûna gelek hunermendan bi dawî bibe.