Bi hunera patîna nûbûnan diafirîne

Zîba Yunsî ya Kirmanşanî hunera patîna û çiqên din yên hunerê dike yek û berhemên balkêş derdixe holê û got: “Ez nebawerim li tu cihek din yê cîhanê ev qas cûr û lîstoka rengan hebe.”

Kirmanşan- Boyaxa kevin Patîna, weke cûreyek yê boyaxek taybet e ku di cihana dekerasyonê de derketiye pêş û li ser mobilyên nû û serê wan de, dîtinek kevin û antika dide qezenckirin, tê naskirin. Ev rêbaza boyaxê, dema li ser mobîlya û tiştekê tê bikaranîn, ruyek ku bi bandora demê re kevin bûye û derbas bûye were bi dest xistin tê dîtin. Avakera koma hunera Zîba û rêvebera wê Zîba Yunsî, bi hunera patîna panelên dekoratif, çarçoveyên zêr bi çiqên din yên hunerê re dike hunerek nû di afirîne.

Di awayên cûda de bi kartîne

Zîba Yunsî diyarkir ku gelek kes derbarê hunera patîna û zanista wê de ne xwedî zanyariyane û ev tişt got: “Berhemên ku bi hunera patîna hatine çêkirin, mirovan hertim dibe beriya hezaran salan. Hunera patîna ji bo muzeyan, restorantan û cihên gelerî û da asta dîtbarî de giring e, mixabin ev huner hatiye terikandin û xwesertiya vê hunerê winda bûye. Bi derbasbûna salan re weke berê dihat bikaranîn, nayê karanîn.”

Di cîhanê de yekem e

Zîba Yunsî derbarê hûrgûliyê vê hunera nûdibe de wiha got: “Tişta em li vêderê dikin, zanista patîna û panelên dekoratif yên hunerê û li gel çarçoveyên zêr me anîne û awayek ku neye fikirîn û bi rengê cûda xebitîna meye. Li tu cihek yê cîhanê ez ne bawerim ev qas cûr û lîstoka rengen hebe, keyfxweşiya hevalên me ji bo vê xebatê em jî keyfxweş dibin.”

‘Em di wê hêviyê dene berhemên me werin ecibandin’

Zîba Yunsî destnîşan kir ku li bajarê Kirmanşan koma hunerê ku ev cara yekem e derbarê tiştek wisa derdixe holê xebat didin meşandin û got: “Ez di wê hêviyê deme dostên me yên bi rêz derbarê vê hunera balkêş û xweşik de hê zêdetir tişt werin bihîstin û em bibin nunerên baş yê vê hunerê. Koma hunerê ya Zîba ev cara yekem e ev qas cûdahî û xweşiktî ava kiriye, em di wê hêviyê dene berhemên me werin ecibandin.”