Kesilen saça şiirle yanıt: Meryem Kobanê’den kadın direnişine dizeler

Rojava’da bir kadın savaşçının saçlarının kesilmesine karşı başlatılan kampanyaya, devrimci kadın Meryem Kobanê yazdığı şiirle destek verdi.

Haber Merkezi- Yıllarını savaşın, kuşatmanın ve direnişin içinde geçirmiş devrimci bir kadın olan Meryem Kobanê, Rojava’da bir kadın savaşçının saçlarının kesilerek teşhir edilmesine ve buna karşı kadınların başlattığı “Bu saç sizi boğacak” kampanyasına sessiz kalmadı. Onun kaleminden dökülen dizeler, kadın bedenine yönelen bu saldırıya karşı bir hafıza, bir öfke ve bir direniş çağrısı niteliğinde.

Meryem Kobanê’nin yazdığı bu şiir, bir tanıklığın içinden doğuyor. Cephede, siperlerde, yoldaş kayıplarında yoğrulmuş bir kadının, başka bir kadının saçına uzanan el karşısında duyduğu sarsıntının dili oluyor. Dizelerde öfke var ama kör bir öfke değil; hafızayla beslenen, bilince dönüşmüş bir öfke. Yas var ama teslimiyet yok; aksine çoğalan bir direniş duygusu var.

Şiir aynı zamanda, dijital medyada yayılan saç örme kampanyasına bir destek niteliğinde. Binlerce kadının saçlarını örerek verdiği yanıt, Meryem Kobanê’nin dizelerinde özgürlüğün sesine dönüşüyor.

Bu şiir silahların, sloganların ve kampanyaların yanında; kelimelerin de direndiğini gösteriyor. Ve aynı zamanda kadın bedenine yönelen şiddetin karşısına, kadın sözünün ve hafızasının dikildiği bir yerde duruyor.

Aşağıda yer alan Kezî adlı şiir, Rojava’da kesilen bir saçtan, dünyanın dört bir yanında örülen binlerce saça uzanan bu direniş hattının içinden yazıldı.

“Kezî

Tu min nas dikî ez kî me

Ez keçeke Hûrî me

Nevîyê Meda me

Zarokeke di nava bîra jiyanê de welidî me

Dema ez hatim dinê

Min çavên xwe ne bi firmeskan vekir

Dema dayîka min

ji min re lorîk dilorandin

Ez lorîka ku ez bibim ez têr dikirim

Wexta keziyên min dihûnandin

Hêdî hêdî

Bi gotinên nepandî

Ji nava lêvê wê derdiketin

Ez dizanim ku behsa bedewiya pîroz dikir

Dema hûnandina keziyên min temam dikir

Her carekî min dipirsî ya çima du guliyên min hene

Destê xwe bi ser serê min re dianî

û digot: her mirovek rengê erdnîgariya xwe dide

Delala min yek Firat'e yek ji Dicle'ye

Dibin hevokên wê ya nepandide

Behsa lehengiya jina dikir

Rindêxan, Gulîzar, Leyla, Xanim, Zîlan, Hevzêxan Erdelanî, Besê

û pêve diçû diçû rêz dikir

Gelo ez kîjan ji wa me?

Ez ji li ber xwede diponijîm

Gelo çima dayîka min ne dihelişt ez pora xwe veşêrim.

Çelenga min di baweriya me de

Pora xwe veşartin nine

Baweriya me ji Rojê ye

Ji ber wê dizanim

Herdu gulikên min e hûnandî

Ne ji bo qestîka ye ku pê şa bibin

Min hûnaye ji bona Egîdê Kurdan pê ser mest bibin

Pê şa û bextewer bibin

Ji bona dijminan tîrin

Û bendê ku wan pê bi xeniqî nim

Lê ji bo Egîd û xweş mêr

Şa bûn û îlhame

Heyyy zilamê qastîk

Tu ji bedewiya guliyên min ditirsi hê

Tu ji cemaliya rûyê min ê weke rojê di tirsê

Heyyy dirinde yê taritiye

Me tu yê karibî rojê

bi destê xwe yê qirêj şewqa wê tarî bikî

Tu yê nikaribî!

Ji ber ez Delîla me

Ez Viyanim

Ez Sema û Zilanim

Ez bawerî û Hêvî me

Ez Evîn û Dîcle me

Ez ne neviyên Hûrî û Mîtanîya me

Ez keça Rojava me û ez Kurdistanî me

Ez rûmeta dilê hemû lawê Kurda me

Lê ez xof û tirsa dilê dirinde me

Ez keça Kurda me

Ez Keça Kurd a me.”