Zaroka ku di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Rûslîn Mihemed Xelef a 13 salî ku di encama êrişên dewleta Tirk ya li ser gundê Helîsa ya Fafîna Şehbayê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Şehba - Di 24'ê Mijdarê de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişî gundê Helîsa Fafîna Şehbayê kirin û malên sivîlan kirin hedef. Di encama van êrişan de 3 zarok Hisên Mihemed Hesen Xelef 9 salî, Mihemed Hec Mihemed 14 salî û Rûslîn Mihemed Xelef 13 salî birîndar bûn û hemwelatiyek bi navê Mihemed Arêf Hecî 40 salî ku ji koçberên Efrînê bû jiyana xwe ji dest da.
Ji ber birînên Rûslîn û Hisên giran bûn ji bo tedawiyê ew rakirin nexweşxaneya bajarê Helebê. Hat zanîn ku Rûslîn Mihemed Xelef ji ber birînên xwe yên giran îro li nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da.