Salvegera Şoreşa Rojava li Silêmanî hat pîrozkirin
Di pîrozbahiya 13’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya li Silêmanî de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û êrîşên li hember Dûrziyan hatin şermezarkirin.

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Li hola Baxan a bajarê Silêmaniyê salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi şahiyek hat pîrozkirin.
Gelek kesayetên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di merasîmê de çend gotar hatin xwendin û li ser girîngiya rojê sînevizyon hat temaşekirin.
‘Divê jinên Kurd destkeftiyan biparêzin’
Nûnera Kongra Star Roza Hesên di şahiyê de axivî û got: “Em wek Rojavayê Kurdistanê 13’emîn salvegera şoreşa Rojava pîroz dikin. Di destpêkê de em tevahî şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin. 13 salên şoreşê û 12 hezar şehîd me dane. Em spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Hêzên herî tund şikand, ji ber wê divê jinên Kurd destkeftiyan biparêzin. Em hemû jinan silav dikin û dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Rêber Apo’.”
Roza Hesên bal kişand ser êrîşên li ser Suweydayê û got: “Em êrîşên li dijî gelê Durzî, şermezar dikin.”
‘Şoreşa Rojava dîrokî ye’
Di merasîmê de Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Herêma Kurdistanê Mihemed Alan axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurd û got: “Piştî 150 salan gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê serî hilda. Şoreşa Rojava ne tenê hilweşîna sîstemekê bû. Çandeke nû ji bo gelê xwe anî û hemû pêkhateyên herêmê bi hev re rabûn.”
Bekir Şêx Selma peyama Eniya Piştevaniya bi Rojava re da û diyar kir ku gelê Kurd li Rojava xwe rêxistin kiriye û got: “Bûye pêşeng ji bo hemû pêkhate û hêzên li herêmê. Pêşengtiya Şoreşa Rojava dikin.”
‘Jinan pêşengtiya şoreşê kirin’
Parêzer Rûbar Mecîd têkildarî merasîmê wiha got: “Îro bi şanazî ez beşdarî merasîma 13’emîn salvegera şoreşa Rojava bûme. Jinan pêşengtiya şoreşê kirin ku piştî 13 salan jî têkoşîna ji bo bidestxistina mafê xwe didomînin. Ez di wê hêviyê de me li aliyên din ên Kurdistanê ev modela netewa demokratîk a gelê Rojava were bicihkirin. Mixabin heta niha şer li dijî Rojavayê Kurdistanê didome. Ez di wê hêviyê de me ku em hemû bi hev re destkeftiyên Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê biparêzin.”
Şahî bi gerandina gonvendê bi dawî bû.