Salvegera 10’emîn rizgarkirina Şengalê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li navenda Şengalê bi coşekî mezin hat pîrozkirin. Di axaftinên şahiyê de hat gotin ku Şengal bi berxwedan û şerê xwe hatiye naskirin û hat diyarkirin ku Şengal Şengala şehîdan û qehreman e.
Şengal – Salvegera 10’emîn rizgarkirina Şengalê bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi coşeke mezin li navenda Şengalê hat pîrozkirin. Bi sedan kes tev li şahiyê bû. Şahiya rizgarkirina şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ruhê şehîdan destpê kir.
Piştre axaftina destpêkê ji hêla endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ve hat kirin.
‘Şengal Şengala şehîdan û qehramanan e’
Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de roja rizgarkirina Şengalê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê û şehîdan pîroz kir û wiha got: “Îro roj aliyên ku Şengalêtenê hiştin û neparastin dibêjîn Şengal şengala me ye û em ê dîsa vegerîn Şengalê. Lê em dibêjin pêwîstiya Şengalê bi kesên wiha nîn e. Şengal a şengaliyan e, yê şehîdan e, yên welatparêzan e, yê berxwedêran e, Mam Zekiyan û Dijwaran e. Em wekî TAJÊ heta dawiyê li pey şervanên xwe ne û li pey doza xwe ne. Dê careke din Şengal nebe wek beriya 2014’an û em ê nehêlin vegere jî. Şengala ku di 2014’an de hat wêrankirin di sala 2015’an de bi saya şervanên berxwedêr bû cihê şahiyê. Em careke din vê rojê li şehîdan û hemû gelê xwe pîroz dikin.”
‘Em hêza esasî ya Şengalê ne’
Ji fermandariya YBŞ’ê Zekî Şengalî jî ev axaftin kir: “Em 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li Serok Apo, şervanên azadiyê, gerîlayên azadiya Kurdistanê, gelê xwe û hemû şehîdan pîroz dikin û hemû şehîdên ku li ber Şengalê canê xwe dane, bi bîr tînin. Em dixwazin vê bêjin, berxwedana Şengalê bi têkoşîn û qehramaniya xwe li cîhanê hat naskirin. Xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo birêxistin kir, li ser êzdatî û çanda xwe li ber xwe da. Me di oxira Şengalê de gelek bedel û şehîd dan. Îro civak li dor şehîdan kom bûne û dê xeta ku şehîdan bi xwîna xwe avakirina her bidome. Miletê me heta roja îro kedeke mezin da. Em wek YBŞ’ê hêza esasî ya Şengalê ne, tu hêz bêyî ku me hesab bikin nikarin gavek jî biavêjin, ji ber em hêza esasî ya vê civakê ne. Em ji bo parastina gelê xwe amade ne ku canê xwe bidin. Em ê hêza xwe hîn xurtir bikin. Em careke din hevalên gerîla ku ji bo rizgarkirina Şengalê hatin û canê xwe feda kirin û hemû şehîdan careke din bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Piştre ji Çand û Hunera Stiya Nexşa Koma Bêrîvan e û Koma Stêra Zêrîn ku ji Mexmûrê hatibû bi stranên xwe girse coş kirin.
Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Şengalê bi stran û govendan bi dawî bû.