Rojnameger Kibriye Evren hat berdan
Rojnameger Kibriye Evren a 3 rojin di bin çavan de mabû, hat berdan.
Stenbol – Rojnameger Kibriye Evren a ku 9’ê Sibatê serê sibê di serdegirtina mala xwe ya li navçeya Tûzla ya Stenbolê hatibû binçavkirin, ji aliyê 1’emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin.
Îfadeya Kibriye ya ku di sala 2021'an de jı ber ji hevala xwe ya girtî re pere şandıbun hat sücdarkirin duh li Şaxa TEM'ê ya Kocaeliyê bi dawî bû. Kibriye ku ji aliyê 20 polêsan ve bi kelepçekirî hat binçavkirin, piştî 3 rojan sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin. Kibriye bêyî ku îfadeya wê li dozgeriyê bigirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Îfadeya wî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê bı dawi bû.
Piştî îfadeyan dadger biryara berdana Kibriye da. Malbat û xizmên Kibriye ev biryar bi çepikan pêşwazî kirin.