NY’ê ji bo ewlehiya xebatkarên jin hişyarî da Talîbanê
Şaxa Jinan a NY’ê, li dijî qedexeya ketina xebatkarên jin a ji bo avahiyên NY’ê ya Talîbanê ket nava tevgerê. Rayedaran, ji bo gihandina alîkariyan a ji bo jin û zarokên keç ên herî zêde pêdivî dibînin, daxwaza gihîştina ewle dikin.
Navenda Nûçeyan – Şaxa Jinan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo dawîanîna pêkanîna Talîbanê ya ketina xebatkarên jin a ji bo tesîsên NY’ê, bang kir.
Li gorî daxuyaniya Şaxa Jinan a NY’ê, qedexeya li dijî ketina xebatkarên jin ên Efganistanê ya ji bo avahiyên NY’ê ya li seranserê welat, sê meh in didome. Nûnera Taybet a Şaxa Jinan a NY’ê ya Efganistanê Susan Ferguson, da zanîn di vê heyamê de, xebatkarên jin neçar mane erkên xwe yên girîng ên ji bo gelê Efganistanê, ji malên xwe pêk bînin.
Susan Ferguson, wiha got "Divê qedexeya li ser xebatkarên jin ên û taşeronên jin ên Efganî ên ketina ofîsên NY’ê, demil dest bê rakirin. Ji bo qût nebûna gihandina alîkariyên mîrovî ya ji bo jin û zarokan, mîsogerkirina gihandina bi ewle ya ji bo tîmên li qadê, xwedî girîngiyek jiyanî ye.
Talîbanê, beriya 3 salan NY’ê jî di nav de karkirina jinan a di hemû rêxistinên civaka sivîl qedexe kiribû. Rêxistin, di roja ewil a desteserkirina hikûmetê de bi tevahî karkirina jinan a di saziyên hikûmetê de rawestandi bû. Gelek jin li dijî vê yekê, xebatên xwe yên li şaxên NY’ê û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî berdewam dikirin.
Mîsyona Efganistanê ya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di daxuyaniya xwe ya meha Îlonê de, ragihand ku Talîban ketina xebatkarên jin a ji bo ofîsan asteng dike û ji bo rakirina sînordarkirinan bang kiribû. Piştî astengkirina gihîştina xebatên jin, rêxistin û fonên NY’ê ya li Efganistanê, neçar man planên xwe yên operasyonel ji nû ve berçavan derbas bikin û ji bo domandina xebatên xwe dest bi lêgerîna rêbazên alternatîf kirin.