Li Suweydaye panelek hat lidarxistin

Di panela ku bi hevkariya Rêxistina Durzî ya Cîhanî û Meclîsa Jinên Sûriyeyê hat lidarxistin de, cureyên tundiyê, mafên hiqûqî û astengiyên civakî yên jinên li Suweydayê bi wan rerûbirû dimînin hatin nîqaşkirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda- Panela bi sernavê "Jin duh û îro, rêwîtiya veguherînê ya di çand û civakê de" ya li Suweydayê hat lidarxistin, bi destgirtina hemû aliyên tundî, zextên civakî û astengiyên qanûnî yên jin bi wan re rûbirû dimînin re, zemînek nîqaşê ya balkêş çêkir.

Di çalakiya ku bi hevkariya Rêxistina Durzî ya Navneteweyî û Meclîsa Jinên Sûriyeyê hat organîzekirin de, dema şopên veguherîna ku jinan ji dîrokê ve heta îro derbas kirine şopand, beşdaran ji bo ewlehî, bihêzkirin û pêkanîna roleke çalak a jinan di civakê de çareseriyên şênber pêşkêş kirin. Di panela ku nîqaşên zelal û wêrek serwer bûn de, hat armanckirin ku pirsgirêkên piralî yên jinên li Suweydayê bi wan re rûbirû dimînin werin dîtin û ji bo avakirina riyên çareseriyê hişmendiya kolektîf bê avakirin.

 

‘Armanc berfirehkirina qadên pêşengiya jinan e’

Rêvebera Ofîsa Suweydayê ya Rêxistina Durzî ya Navneteweyî Vela Taceddîn, di panela ku di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojan li dijî Tundiya li ser Jinan hat lidarxistin de, bal kişand ser rola esasî ya jinan a di civakê de. Vela Taceddîn, diyar kir ku jin her dem kevirên bingehîn ên hêz û yekîtiya civakê ne û da zanîn ku armanca rûniştinê ew e ku rêwîtiya jinan a li bajêr ji dîrokê ve heya îro bi peyameke zelal bê ragihandin û bi afirandina qadên bi ewle ya ji bo pêşerojê, rola wan a bi bandor di jiyana civakî de xurt bikin. Vela Taceddîn, destnîşan kir ku diyalog, bi taybetî di nava ciwanan de ji bo avakirina çareseriyan û nîşandana jinan, hêmaneke sereke ye û da zanîn ku armanca van nîqaşan pêşxistina mekanîzmayên di nav qanûnê de hêza nûnertiyê ya jinan bihêz bike û di civakê de berfirehkirina qadên pêşengiyê ye.

 

‘Divê ji bo jinan cihên bi ewle bên afirandin’

Vela Taceddîn, destnîşan kir ku jinên li Suweydayê di mehên dawî de bi gelek gefên mîna tundiya derûnî û fîzîkî û bûyerên revandinê re rû bi rû dimînin, da zanîn ku jinên hatine revandin bi hêz û berxwedêr in û diyar kir ku pirsgirêka sereke di ramanên radîkal ên ji derve tên ferzkirin de ye. Vela Taceddîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê di pêvajoyên pevçûnan de ji bo jinan cihên bi ewle bên afirandin.

 

‘Êdî pirsgirêk vekirî tên nîqaşkirin’

Parêzer Maha Mesûd a di qada mafên jin û zarokan de dixebite, diyar kir ku di panelê de şêwazên curbecur ên tundiyê ku jinên li bajêr dijîn, hatine nîqaşkirin. Ev tundî ji bilî tundiya derûnî, reftarî û devkî, revandin, tecawiz, koçberkirin û jiyana bi darê zorê di navendên parastinê yên jinên li Suweydayê jî dihewîne. Maha Mesûd, vê rûniştinê mîna gaveke girîng bi nav kir û diyar kir ku pirsgirêkên di dîrokê de bi tirs an jî rûberî dihatin destgirtin êdî bi zelalî û vekirî tên nîqaşkirin. Maha Mesûd, da zanîn ku cudahiya sereke ya rûniştinê, cidiyeta ku hewl didin çareseriyên rasteqîn hilberînin û wêrekiya ku di îfadekirina pirsgirêkên jin bi wan re rûbirû dimînin de tê nîşandan.

 

‘Divê xebatên jinan veguherin çalakiyên şênber’

Maha Mesûd, diyar kir ku divê xebatên jinan veguherin çalakiyên şênber û bi hevkariya aktîvîstan ji bo jinên rastî tundiyê tên, cihên bi ewle bê afirandin. Maha Mesûd, da zanîn ku dê bi piştgiriya qanûnî re pirsgirêkên jinan bi awayekî berfirehtir bên çareserkirin û destnîşan kir ku divê rûniştin hemû jinan û bi taybetî jinên rastî tundiyê tên, di nava xwe de bigre.

 

‘Kombûneke ku pirsgirêk û çareseriyan eşkere dike’

Beşdara bi navê Dîma Henidî, girîngiya rûniştinê anî ziman û diyar kir ku encamên hatine bidestxistin li ser nîqaşên hişmend û avaker hatine avakirin. Dîma Henidî, diyar kir ku divê qadên sereke yên girîngî didin qanûn, pergalên civakî yên herêmî bin û da zanîn ku ev her sê rêgaz, ji bo bidestxistina destkeftiyên rasteqîn ji bo jinan û civakê, kevirên bingehîn ên avakirinê ne.

Nûnera Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya li Suweydayê Basema Keraunî diyar kir ku nîqaş bi asteke bilind û zelal û rehetbûnê hatine kirin û got ku beşdaran, danûstandin û çareseriyên pêşerojê pêşniyar kirine û di destpêka wan nîqaşan de guhertînên qanûnî yên dê mafên jinan biparêzin hebûn. Basema Keraunî, rûniştinê mîna "îlhamdêr, dewlemend, bê pevçûn, ji tundiyê dûr û hemî ramanan bi ruhekî vekirî û avaker qebûl dike" bi nav kir.