Li Rojhilatê Nîlê 150 xwaringeh ji xizmetê derketin

150 xwaringehên li herêma Rojhilatê Nîlê li paytexta Xertûmê bi sedema nebûna piştgiriyê ji xizmetê derketin. Berdevka Odeya Lezgîn li Rojhilatê Nîlê Hind El Taif bang li rêxistin û kesan kir ku alîkariya wan bikin.

MEYSAA EL QADÎ

Sûdan – Li herêma Rojhilatê Nîlê bi hezaran malbat ji xwaringehên ku weke ‘rihê jiyanê’ pênase dikin xwarina xwe ya rojane werdigirin. Lê belê ji ber nebûna fonê ev xwaringeh bi krîzê re rû bi rû ne. Li herêma Rojhilatê Nîlê di navbera 170 û 200’î de xwaringeh hene. Berdevka Odeya Lezgîn li Rojhilatê Nîlê Hind El Taif bi nirxandina ku ji ajansa me re kir, anî ziman ku ji ber nebûna piştevaniyê û kêmbûna fonê 150 xwaringeh ji xizmetê derketine.

Herêma Rojhilatê Nîlê ji şerê ku di Nîsana 2023’an de destpê kir heya niha di bin dagirkeriya Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ne. Zehmetiyên aborî yê li herêmê dihat jiyîn, bi bandora şer re dijwartir bûye.  

150 xwaringeh ji xizmetê derketin

Hind El Taif wiha got: “Me gelek bangên lezgîn li hejmarek rêxistinan kir ji bo piştgiriya me bikin bi taybet piştî 150 xwaringehên me ji xizmetê derketin. Em hêvî dikin bersivdayîn hebe. Belavbûneke zêde ya Kolera jî heye. Derman peyda nabin û heta dermanên sekinandina êşê jî tune ne. Eger hebin jî gelekî buha ne û ji bajarê Şindî tînin. Ev yek gelekî zehmet e û dilxwazan rûbirûyî metirsiyan dihêle."

‘Pêwistî bi alîkarî û hevgirtinê heye’

Hind El Taif anî ziman ku pêwîstiya wan bi piştgiriyeke ragihandinê heye û wiha pêl da gotinên xwe: “Divê alîkarî bigihêjin herêma Rojhilatê Nîlê û piştgiriya xwaringehan were kirin ji bo rewşên nexweşiyên kêmbûna xwarinê dernekevin. Her wiha pêwîstiya me bi piştgiriya tenduristî heye ji bo rewşên Kolera werin kontrolkirin. Pêwîstiya me bi hevgirtina hemû gelê Sûdanê heye û divê şer were rawestandin.”

‘Rewşa Rojhilatê Nîlê karesat e’

Hind El Taif a got “Rewşa Rojhilatê Nîlê karesat e” wiha behsa rewşê kir: “Eyaleta Xertûmê yek ji eyaletên despêkê yên şer li wan destpê kiriye. Mixabin Xertûm paytexteke binesaziya wê gelekî lawaz e ji ber wê bi lez hat rûxandin. Rewş ji destpêka nakokiyan ve karesat e. Lê belê hîn xirabtir bû bi sedema berdewamkirina şer. Di encamê de sektora tenduristiyê û aborî rûxiya û berhemdayîn sekinî xwarin derman û ewlehî jî neman."

Hind El Taif destnîşan kir ku piştî destpêkirina pevçûnên navxweyî ew Odeyeke Lezgîn li Rojhiatê Nîlê ava kirine û wiha got: “Odeyê platformên xwe li ser torên medya dîjîtal parve kir. Me bi riya riyên dermankirin û xwarinê nîşanî welatiyan dikir. Heta piştî demekê di meha nîsana borî de rewş xirabtir bû. Ji ber nebûna xizmetan ji av kehrebe û hwd. me hewil dida em sotemeniyê ji welatiyan re peyda bikin ji bo jenatorên xwe vêxin û avê ji bîran bidest bixin. Her wiha xizmetên internêtê jî rawestiyan."

‘Li herêmê kolera zêde dibe’

Derbarê çalakbûna odeyê di xwaringehên taxan de yan jî xwaringehên bi navê Tekaya naskirî ne Hind El Taif got: "Odeya lezgîn a Rojhilatê Nîlê çalakiyên xwe fireh kirin ji bo piştgiriya xwaringehên Tekaya bike. Ji ber dest bi insiyatîfên welatiyan di hundirê taxan de kiribû wê demê. Lê belê koçberiya hejmarên mezin ji Rojhilatê Nîlê di demên dawî de zext li ser herêmê zêde kir û ev jî herêmeke mezin e."

Hind El Taif di dawiya axaftina xwe de got: "Hejmarek mezin ji koçberan li cem me heye. Navendên stargehan ên avakirî jî tune ne. Xelk hene bêmal li kolanan di bin daran de mane. Hebûna hajmara mezin a koçberan hişt rewşên Kolera jî zêde bibin bi taybet li herêma Um Dewen Ban."