‘Li Lîbyayê krîza aborî kûr dibe’

Dr. Salihe El Senûsî teqez kir ku tevî Lîbya di rewşên herî zehmet re derbas dibe jî nakokî li ser bankaya Navendî ya Lîbyayê heye û got ku nakokiyên li welat ji siyasî ber bi aborî ve mezin dibin.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî- Lîbya ji dema ku şoreşa 17 Sibatê dest pê kiriye ve heta niha di rewşeke xirab a siyasî ewlehî û aborî de ye. Saziyên siyasî û ewlehî di navbera welat de ji aliyê rojhilat û rojava ve dabeş bûne. Aliyê başûr jî demekê paşguhkirî ma û bi van dabeşkirinana re jî welatiyên Lîbyayê zêde bi bandor nebûn. Dûrixistina ji kar krîzeke aborî li welat ava kir.

Dr. Salihe El Senûsî ya ku bi taybetî bi karûbarên dîplomatîk re li Lîbyayê mijûl dibe behsa bandora van nakokiyan li ser aborî û pereyê li Lîbyayê kir û got: "Welat di rewşa xwe ya herî xirab de ye ji ber krîzên ewlehî siyasî û aborî hene. Niha nakokî li ser mezintirîn saziya aborî li Lîbyayê heye ew jî bankaya navendî ye. Ev proseya siyasî kirine ji bo damara dewletê qut bikin da ku nakokî ji siyasî ewlehî ber bi aborî ve biçe. Ev jî nîşaneyeke xeternak li ser qûtê gel e. Li welat ji beriya çend salan ve nimûneyeke baş a aborî peyda nabe."

‘Divê rewş bê çareserkirin’

Salihe El Senûsî destnîşan kir ku aliyên bi nakok hê jî baş sîstema navdewletî protokolên malî navdewletî û çawaniya danûstandinê fam nekirine ji ber rêveberî û bankayên wê yên xuyayî hene. Salihe El Senûsî wiha domand: Ger li gorî protokola cîhanî neçe dê hemû derî li pêşberî hikûmetê werin girtin. Divê kar li ser rewşa baş a aborî were kirin da ku berhemên sotemeniyê werin belavkirin û divê her kes belavkirina van berheman erê bike. Di heman demê de ev prose li gor peymanek aborî civakî pêk were da ku zilm li welatiyan nebe.”

Salihe El Senûsî û wiha berdewam kir: "Ger pirsgirêka bankaya navendî di demek nêz de neyê çareserkirin dê welatî bi gelek zehmetiyan re rûbirû bimînin. Ger ev pirsgirêk bi rengekî bi lez neyê çareserkirin dê tişta li Lubnanê pêk hat bi serê me de jî were. Ne tenê mîna Lubnanê lê belê Venezuela û dewletên nakokî û şer li wan çêbûne. Neçar man piştî nakokiyan bi dolar bidin û bistînin. Em bi hêvî rewş negihîje wê astê."