Li Hunermend Pinar Aydinlar ceza hat birîn

Li hunermend Pinar Aydinlar bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Doza hunermend Pinar Aydinlar ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi îdiaya ‘endametiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ jê dihat darizandin, rûniştina 3’yemîn hat dîtin.

Di rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn a Edliyeya Stenbolê, hat dîtin de Pinar Aydinlar û parêzerê wê amade bûn. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî rûniştin şopandin.

 

‘Endamtiya HDK’ê ne sûc e’

Pinar Aydinlar parastina xwe kir û got: “Di çarçoveya operasyona HDK'ê de hêzên ewlekariyê avêtin ser mala ku bi zarokên xwe re lê dimam. Min li erdê dirêj kirin û çek dan ser serê min. Zor li keça min hat kirin ku li pêş kamerayan xwe tazî bike. Endametiya HDK'ê sûc nîn e, rêxistineke qanûnî ye. Ez endameke HDK'ê nîn im; ger endam bûma min ê red nekira. Ez hunermendeke sosyalîst im. Weke hunermendeke sosyalîst ez bi bindest û karkeran re me. Her wiha weke hunermendek ku li Ewropayê gelek konserê dide serê her mehê îmze davêjim, piştî rojekê diçim derveyî welat. Niyeta min a revê hebûya ez ê ji derveyî welat nehatama.”

Pinar Aydinlar xwest, biryara tedbîra kontrola edlî ya li hemberî wê bê rakirin û biryara beraatê bê dayin lê dadgehê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar birî.