Li Cezayîrê ji bo ‘Prensesa Tarabîn’ Werda el-Cezayîrî şeva rêzgirtinê

Di salvegera 14’an a mirina Hunermend Werda el-Cezayîrî de, çalakiya ‘Şevên Werda el-Cezayîr’ hat lidarxistin. Di çalakiyê de konserek taybet ji bo mîrateya wê û pêşangehek taybet ku ji berhemên wê pêk hat.

NECWA RAHÊM

Cezayîr – Operaya Cezayîrê, şeva 23’yê Gulanê bi mebesta 14’emîn salvegera mirina hunermend Werda el-Cezayîrî, malovaniya şevek konserê kir. Çalakiya ku gelek kes beşdar bûne, carek din nîşan da ku ‘Prensesa Tarabîn’ di bîra dinyaya Cezayîriyan û Ereban de hê xwedî cihek çiqas girîng e.

Di şeva ku di çarçoveya ‘Şevê Werda el-Cezayîrî’ hat lidarxistin de, hunermend Hasîba Amruş, Esma Seba û Nadîne Saab a Lubnanî derketin ser dikê. Hunermendan stranên Werda el-Cezayîrî yên ku herî zêde tên hezkirin bijartin û gotin, temaşevanan jî bi hest û coşek mezin alîkariya stranan kirin.

Di konserê de jiyana hunerê ya bêhempa ya Werda el-Cezayîrî ji nû ve hat bibîranîn. Hunermenda ku îmzeya wê li binê zêdeyî 300 stranan heye, taraba klasîk, stranên hestiyar û berhemên neteweyî anî ba hev û di bîra hevpar a dinyaya Ereb de cihek girîng girt.

 Atmosfera ku tavahî şevê derketî holê, teyîsîna bêrîkirin û wefaya ji bo bîranîna hunermend bû.

Pêşangeh berhemên wê

Her wiha di çarçoveya çalakiyê de bi hevkariya Navenda medya û wêne, belgeyên neteweyî û çapemeniyê pêşangehek hate lidarxistin. Di pêşangehê de wêneyên kêm ên ku berê nehatin weşandin, tiştên şexsî û belge cih girtin. Bi vî awayî hate hedefkirin ku hem aliyê hunerî hem jî mirovî yê Werda el-Cezayîrî bi nifşên nû bê nasandin.

‘Dilê wê tije ciwanî, hezkirin û kêfxweşî bû’

Yola Cehlan ku bûka hunermenda nemir e, ji ajansa me re behsa têkiliya xwe ya bi Verda el-Cezayîrî re kir û wiha got: “Di heman demê de hem bû dost hem jî bû dayîk. Verda qet ji ferqa temen bawer nedikir, wê her tim temen wek hejmarekê didît, dilê wê tije ciwanî, hezkirin û kêfxweşî bû.”

Yola Cehlan têkildarî atmosfera şeva bîranînê jî axivî û diyar kir ku li beramberî qerebalixiya mezin ku salon tije kirî û stranên Verda ezbere digotin, malbat matmayî bûye û wiha domand: “Tevî nebûna 14 salan a hunermenda dilovan, guhdar û heyranên dengê xwe anîn ba hev.”

Yola Cehlan derbarê pirtûka kurê hunermend Riyad Kasrî ku jiyana dayîka xwe kirî mijar de wiha got: “Riyad demek dirêj dudilî kir, lê belê nêzî beriya 10 salan biryar da ku rêwîtiya dayîka xwe ya hunerî û girîngiya di jiyana mirovan de binvîse. Bi dayîka xwe re xwedî dilsoziyek bi hêz bû. Hûrgiliyên jiyana wê û sirên wê ji xeynî kurê wê kesek din nekarî binvîse.”