Jinên li peravên Sûriye û Suwêdayê çawa bûn hedef?
Ji dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam li peravên Sûriyeyê û bajarê Suweydayê serdest bûye ve heta niha, rewşa jinan gihîşt qonaxa herî xeternak. Li ser hebûn û bedena wan êrîş didomin, rûmet û jiyana wan tê hedefgirtin.
ESMA MIHEMED
Qamişlo – Sînorên di navbera welat û dewletê de winda bûn piştî ku ji kolan û malên Sûriyeyê li Suweydayê, Humsê û bajaren peravê bûn cihekî bê ewle di bin kontrola komeke cîhadîst de. Ji kêliya ku Heyat Tehrîr El Şam hebûna xwe li peravên Sûriye û Suweydayê berfireh kiriye ve heta niha, qonaxeke nû ya tirs û têkbirina ewlehiyê dest pê kiriye.
Di vê qonaxê de, jin êdî ne tenê hedefên pevçûnan in, bûne hedefên rasterast. Bi hilweşîna sîstema parastinê û nebûna tu desthilatdariya qanûnî ya bedena jinan bûne qadeke vekirî ji bo hedef girtinê, di her kêliyê de ji hêla revandin û serdegirtinê ve tên tehdîtkirin. Di vê rastiyê de, revandin bûye diyardeyeke rojane. Tevgera jinan, dengê wan û heta bêhngirtina wan jî bi sînor dike. Gelek ji wan neçar mane dev ji kar û xwendina xwe berdin, gelek ji wan di nava dîwarên malên xwe de asê mane û gelek ji wan jî hemû hestên ewlehiyê winda kirine. Ji ber ku kolan bûne cihê gefek domdar, ji hêla qanûn an jî tu saziyek ve nayên birêvebirin. Bi zêdebûna binpêkirinan re di nav de kuştin, revandin, zewaca bi zorê, tacîz û birçîbûnê hilweşînek kûr a civakî derketine holê. Ev hilweşîn bandorê li ser rol, statu û beşdariya jinan di jiyana giştî de dike. Ev bûye sedema krîzên psîkolojîk ên giran ku di tirs, fikar, têkçûna xewê, hestên bêçareseriyê û windakirina kontrolê de xuya dibin. Di nava vê wêraniya rojane de, jinên li van deveran di bin gefan dijîn ku ji zirara fîzîkî ya li ser mafên wan ên jiyan, rûmet û ewlehiyê wêdetir diçe.
Ev rapor rastiya mirovî û civakî bi riya şahidiya jineke koçber ji civaka Elewî ya li herêma peravê, ligel analîzek qanûnî ya ji hêla parêzer Hîwa Fewaz Welîka ve, belge dike ku sûc û binpêkirinan nîşan bide û veguherînên kûr ên ku bandorê li jiyan û rola jinan di civakê de kirine ku niha bi tirs û bêdengiyê tê birêvebirin ronî bike.
Ev ne tenê guhertina nexşeyê ye
Parêzer Hîwa Fewaz Welîka ya ji bajarê Qamişl Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku berfirehbûna leşkerî û îdarî ya ku ji hêla Heyet Tehrîr El-Şam ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê û bajarê Suweydayê hatiye kirin ne tenê guhertina nexşeya kontrolê ye, xala werçerxê ya xeternak e ku rastiya civakî û ewlehiyê li wan deveran ji nû ve bi teşe dike û wiha domand: “Avahiyên ewlehiyê yên heyî hilweşiyan û qadên bi kaos û valahiyek zagonî derketin holê. Civakên curbecur xwe di bin zextek rasterast de dîtin, nemaze Elewiyên li peravê û civaka Durzî ya li Suweydayê. Tiştê ku Sûriyeyiyan vê dawiyê dîtine, li gorî hemû pîvanên mafên mirovan, sûcên li dijî sivîlan in. Rewş ji kontrolê derketiye û bajar û gund bûne qadên vekirî ji bo çekan, zilm, revandin û zorê. Jinan barê vê êşê hilgirtin, ji ber ku tu desthilatdariyek zagonî ku wan biparêze yan jî saziyên dikarin edaletê bi cih bînin, tune ne.
Qad pevçûn û zextên mezhebî
Li gorî parêzer Hîwa Walîka jin ji ber du sedeman di heman demê de bûne hedef. Ya yekem, ji ber ku ew jin in di hawirdorek ewlehiyê ya parçebûyî de dijîn û bedena wan dibe amûrek zextê ku ji hêla komên çekdar ve tê bikaranîn da ku bandorê li ser civakên herêmî bikin û wan kontrol bikin. Ya duyemîn, ji ber nasnameyên xwe yên mezhebî dibin hedef. Ev rewşa tirsnak a di navbera tundiya zayendî û mezhebî de jinan du qat lawaz kiriye, wan xistiye rewşeke wisa ku jiyana wan di xeterê de ye. Jiyan, rûmet û aramiya wan a hestiyarî û psîkolojîk hemû di xeterê de ne. Gelek jin niha di nava çerxa tirsê ya rojane de dijîn. Her dem li benda tevgereke gumanbar, dengê çekan, an serdegirtinek ku jiyana wan veguherîne kabûsek dirêj in. Jin êdî kolanê wekî cîhekî giştî nabînin, wekî cihek tijî tirs dibînin. Ew êdî malên xwe wekî stargehên bi ewle nabînin, wekî cihên di bin gefê de dibînin, ji ber ku tundî her kêlî nêzî wan e. Tundî êdî bûyerek tenê nîne, beşek ji jiyana rojane ye. Revandina jinan ji bo fîdyeyê belav bûye, bedena wan veguherandiye amûrên ji bo danûstandinên siyasî û darayî. Revandin yek ji binpêkirinên herî berbelav e li herêmên peravê û Suweydayê, gihîştiye wê astê ku gelek malbat di nava tirsa domdar de dijîn. Bi zanebûn jinan hedef digirin ji ber ku revandina jinek derbeyeke giran e ji bo malbatê.
Parêzer Hîwa Welaîka ragihand ku li gorî belgeyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 23’yê Tîrmehê de, 36 jin li deverên di navbera Lazqiyê, Hums û Tertûsê de hatine revandin û wiha lê zêde kir: “Ev hejmar tenê beşek tesbîbûyî ye. Ji ber tirsa zêde ya tolhildanê yan jî civakê gelek bûyerên ku nehatine ragihandin hene. Pirsgirêk ji revandinê wêdetir diçe heta zewaca bi zorê ya keçên temenbiçûk neçar mane bi endam an kesên girêdayî komên çekdar re bizewicin. Çi ji ber tirsê çi jî ji ber zexta rasterast. Ev zewac tu bingehek wan a qanûnî yan rewa nîn e û êrîşek li ser zarokatiyê û mafên bingehîn ên zarokên keç e.”
‘Avakirina komîteyên derzagonî’
Parêzer Hîwa Walîka li ser komîteya ku ji hêla desthilatdariya rêveber a Heyet Tehrîr el-Şam ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê ji bo lêkolîna revandin û binpêkirinên li dijî jinan hatiye avakirin got: “Ev komîte wekî kêmasiyeke qanûnî ye. Li gorî prensîbên qanûnî, mafê tu dezgeheke cîbicîkar tune yekomîteyên lêpirsînê yên têkildarî dozên sûc an mafên mirovan ava bike, ji ber ku ev doz bi taybetî di bin desthilatdariya dadweriyeke serbixwe de ne ku divê ji zextên leşkerî û siyasî dûr bixebite. Mekanîzmayên belgekirinê, rêbazeke lêpirsînê ya zelal û pergaleke misogerkirina yekparebûna wê tune ye. Birêvebirina binpêkirinan bi raporên kurt ve sînordar e giraniya wan a qanûnî tune ye, kesên bûne hedef naparêzin û nikarin pêşî li dubarebûna sûcan bigrin.”
Bêewlehî jiyana jinan têk dibe û hebûna wan a civakî felc dike
Hiwa Walîka li jiyana jinan a li herêmên peravê û Suweydayê wiha got: "Têkçûna ewlehiyê kolanan bê aramî û ewlehî hiştiye, jinan neçar kiriye ku dernekevin derve. Gelek ji wan bêkar man û gelek jî ji tirsa êrîş an revandinê dest ji dibistan û zanîngehan berdan. Jin di malên xwe de girtî mane, ji tevgerê dûr dikevin. Ev yek bûye sedema kêmbûna rola jinan di civakê de û valahiyek girîng di navbera beşdariya wan a di civakê de û qada giştî de çêkiriye. Vekişîna bi zorê ji jiyana civakî bûye sedema zirara kûr a psîkolojîk, wekî fikara domdar, têkçûna xewê, hesta windakirina kontrolê, têkçûna hestiyarî û hwd. Bi vî rengî, jin ne tenê ji gefên derveyî, di heman demê de ji şerekî navxweyî jî êşê dikşînin.”
‘Suweyda belge dike lê herêmên peravê di nava bêdengiyê de mane’
Hîwa Welîka da zanîn ku jîngeha civakî ya li Suweydayê rê dide ku bûyer bi hêsanî werin şopandin û binpêkirin bi riya medyaya dîjîtal werin belgekirin û wiha domand: "Xelkên wê derê xwedî rêxistineke civakî ne çalakvaniyên sivîl diparêzin. Berevajî vê, rewşa li peravê pir dijwartir bû. Tirsê dengan ditepisand û rê li ber mirovan digirt ku biaxivin an belge bikin. Ji ber ku her peyvek dikaribû kes û malbata wî bi mirin an girtinê re rû bi rû bihêle. Ji ber vê yekê, êşa jinan li peravê li pişt deriyên girtî ma, di bêdengiyê de veşartî ma û tenê bi hesabên lawaz û ne temam belav bû. Ev bêdengiya bi zorê zêdebûna zirara li ser jinan bû, ji ber ku kiryaran hîs dikirin ku ew di ser qanûnê de ne û ji hesabdayînê bêpar in.”
‘Belgekirin erk e hesabdayîn pêdivî ye û divê beriya her tiştî jin werin parastin’
Parêzer Hîwa Wwlîka bang li rêxistinên navneteweyî, Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî kir ku mudaxeleya lezgîn bikin û banga bicihanana mafên jinan kir û axaftina xwe wiha domand: “Qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe krîtîk e, tundî zêde dibe û her roj sivîl tên hedefgirtin. Divê hemû binpêkirin, çi li dijî kesên ji mezhebek çi jî li dijî jinan bi taybetî be, werin belgekirin. Ji ber ku parastina jinan beşek ji parastina aştiya sivîl û aramiya civakî ye. Şandina van dosyayan ji navendên biryardayînê yên navneteweyî re ne tenê karekî sembolîk tekame riya ku pêşî li berdewamiya sûcan bigre, sûcdar ji cezayê nerevin û mafên edalet û ewlehiyê bikevin bin temînatê.”
Di dawiya gotinên xwe de, parêzer Hîwa Fewaz Walîka diyar kir ku jinên li herêmên peravê û Suweydayê bi yek ji ezmûnên herî dijwar ên dîroka xwe re rû bi rû ne û got: "Tundî, revandina ku pê re rû bi rû dimînin ne ji bo şikandina ruhê wan û tunekirina rola wan e. Jinên Sûriyeyî îsbat kirine ku ew ji hemû hewldanên wêrankirinê bihêztir in û tevî hêsir, tirs û şert û mercên dijwar, stûnên malbatê ne û piştgiriya civakê didomînin. Mirov heyranê jinên Sûriyeyê dimîne, tevî êşa ku dikişînin jî dê her gav bikaribin dîsa rabin ser xwe. Ji ber ku hebûna wan ne tenê hûrguliyeke civakî ye, bingeha civakê bi xwe ye.”
Ezmûneke xemgîn
Jineke koçber a ji civaka Elewî ya li bajarê Misyafê jî trajediya jiyana xwe ji destpêka krîzê ve vegot û destnîşan kir ku rojane jinên li peravê bi kuştina bêserûber, talankirin, revandin û nebûna ewlehî û aramiyê re rûbirû dijîn.
Samîra el Hisên li ser komkujiyan jî got: "Rojên me bi komkujî, revandin û kuştinan derbas dibin. Êrîşkar diçûn malan da ku gefê li niştecihan bixwin û tiştên wan bidizin. Carna jî malbatan neçar dikirin ku tiştên xwe bifroşin da ku zarokên xwe xilas bikin. Me ewlehiya xwe bi tevahî winda kiriye û ev tiştê herî girîng e ku me winda kiriye. Beriya krîzê, em di civakek ku nêzî hev de bû dijiyan lê îro mirov bi tevahî guherîne û tundî pir zêde bûye.”
Semîra el Hisên diyar ku gefa ewlehiyê bûye rastiyek rojane, bi êrîşên dubare yên li ser malan, gulebarana bêserûber û kuştina zarok û jinan û wiha domand: "Her kesê ku ji mala xwe derkeve, dibe ku venegere. Xortên ciwan di nava xetera kuştinê de ne, jinên ciwan jî bi xetereya revandinê û gefên berdewam re rû bi rû ne ku ev yek dibe sedem jin ji bo jiyana xwe û jiyana keçên xwe bitirsin. Heta jinên ku berê li hemberî zehmetiyên rojane berxwedêr bûn êdî nikarin tehemul bikin.”
Jinên ciwan di xeterê de ne gf û tirs berdewam in
Samîra El Hisên bal kişand ser windakirina azadî û rûmetê û got: "Beriya krîzê, jin bi azadî diçûn bazarê û bê tirs serdana xizmên xwe dikirin. Îro, her derketin bi gef, revandin an tacîzê re tê. Heta tenê li cihên giştî jî dibe sedema gefên rasterast. Em di nava tirsa berdewam de dijîn. Xwarin kêm e û em nikarin ji bo debara xwe derkevin derve bixebitin. Êrîşên berdewam, gulebaran, terorîzekirina zarok û jinan, birçîbûna berdewam jiyanê pir dijwar kiriye. Her gavek dikare me û zarokên me bixe xeterê. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku em di malên bi aram de bijîn û debara zarok û malbatên xwe bikin.”
Jina koçber Semîra El Hisên banga lezgîn li rêxistinên mirovî yên navneteweyî dike û wiha dibêje: "Piştgiriya jinan bikin, mafên wan biparêzin û li her derê û di hemî civakan de mekanîzmayên parastina wan ava bikin. Em hemû yek in, hemû jin, dayik û mirov in em hêvî dikin ku jin bibin xwedî lênêrîn û baldariya ku heq dikin."
Ji daxwazek alîkariyê bigre heya çirûskek ewlehiyê
Semîra el Hisên rola Rêveberiya Xweser di avakirina ewlehî û aramiyê de destnîşan kir û got: "Dema ku me fem kir ewlehî û parastin ji bo mirovan û derfetên kar heye, me biryar da werin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wan bi germî pêşwaziya me kir. Rêveberiya Xweser ji bo her kesê derfetên kar ava kir û ewlehî û aramiya rastîn afirand, bi rêzgirtina ji bo hemû mirovan bêyî cudahî, vê yekê hestek bi rûmet e û mercên jiyana bi ewle ava kir."
Ev şahidî û pirsgirêkên mirovî û civakî yên ku jin li peravên Sûriyeyê bi wan re rû bi rû dimînin nîşan didin ku binpêkirinên mafên mirovan di çi astê de ne.