Jinên Dêrazorî bi hezkirin û biryardarî destarê hînî nifşên nû dikin
Li Dêrazorê jin nifş bi nifş bi destarê hem dexl û dan dikutin, hem jî mîrasa çandî diparêzin. Her cara ku destar digere, bi dexl û danê ku dihêre re di heman demê de dibe nîşaneya çand û nasnameyê.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Tevî guherînê mezin ên li gundewarên Sûriyeyê tên jiyîn, destar (Hecer er-Raha) di jiyana gelek malbatên li herêma Dêrazorê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cihek girîng digre, bi taybetî li gundên Rojhilat, hemû jin destarê digerînin û dibin parêzvanên vê çanda kevnar.
Amşe el-Abd a 50 salî ku li rojhilatê Dêrazorê dijî, anî ziman ku destar ji du kevirên grover pêk tê, yek li ser yekê dizivire û wiha got: “Berê li her malên gundewar hebû. Her ku amûrên modern derketin, li hinek cihên girîng hebûna wê kêm bû. Li Dêrazorê bi saya îsrara jinan hebûna xwe parast. Ji ber ku ew ne tenê amûreke xebatê ye, dibistana sebir, ked û zerafetê ye.”
Amşe el-Abd da zanîn ku destar parçeyeke jiyana kevneşopî ye û got: “Me hemû dexl bi wê dikuta. Ji ber parçeyek ji bîr û nasnameya me ye. Her roj du kes li pêşberî hev disekinin, kesê sêyem ar li moxilê dike, heta ar nerm dibû me didomand.”
Destara ku amûra kedê ye bi civata ku li derdora wê dicive bandorê li ser mirov çêdike
Destar ne tenê amûra hilberandinê ye, di heman demê de berê, cihê ku civat lê kom dibûn e, jinan dianî ba hev. Jin li derdora wê kom dibûn, dixebitîn û sohbet dikirin, awazên gelerî û kilam digotin Amşe el-Abd wiha got: “Xebitandina destarê zor bû lê bi kêf bû. Bêhna nan cuda bû. Destar di roja me de parçeyek ji ruhê me ye. Em bi hev re dixebitin, diaxivin, dikenin û stran dibêjin. Bîranînên me yên yên xwezayî û kêliyên bi hêvî li derdora destarê gelek in.”
Destar ji kevirê reş bi keda dest dihat çêkirin. Di nîva wê de kunek ku dexl bikeve navê û bikaribe bizire jê re ‘cebb er-raha’ dihat gotin parçeyek text e û li ser jî destek ku alîkarî dide bizivire heye.
Îro hê jî hinek zanatkarên Sûriyeyê, ji bo malbatên ku dixwazin vî kevirî çêdikin. Malbat an ji bo bikaranînê yan jî weke hêmane kavneşop kevir digrin.
Mîrasek ku modernîteyê nediziye
Tevî ku aşên modern û firin zêde bûne, hê jî destar li gelek malên Dêrazorê cihê xwe diparêze. Ew ne tenê tişteke xemilandinê ye, di rojên taybet de bi kar tînin, di çalakiyên çandî de tê pêşandan, bi armanca belgekirina mîrasa nediyar, di hewldanên xwecihî de tê fêrkirin.
Amşe el-Abd wiha dibêje: “Me ew ji dapîrên xwe mîras girt, em dewrî neviyên xwe dikin. Ev mîrasa me ye divê em biparêzin. Destar hemû tiştî dikute, ceh, nîsk, kuncî, heta nanê kuf. Xwarina xwezayî ya herî baş e. Em bi destên xwe fêrî xebat û hilberînê dibin.”
Destar li dijî windabûnê bûye sembola berxwedanê. Tevî dema ku hatiye guhertin jî gel hebûna wê didomîne.
Jinên Dêrazorê heta îro jî wî kevirî dizivirînin. Weke ku di dema paş de bibin, ji neviyên xwe re çîrokek welat dihêlin. Bi destên bi toz û bi jiyanê xemilandî.
Di her vegerê de dexil dikutin û nasnameyê diparêzin.