Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên Şoreşa Azadiyê ne
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Huseyîn diyar kir ku destkeftiyên jinê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistin, ew ê bi jinên Sûriyeyê re jî parve bikin û bi hev re Sûriyeke demokrat a nenavendî ava bikin.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di 13 salên aloziya Sûriyeyê de bi taybetî bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, jinên Rojava bi armanca avakirina civakeke demokratîk, ehlaqî û siyasî pêşengtiyê ji şoreşê re kirin, şoreşek di nava şoreşê de ava kirin û bûn mînaka cesaret û fedayîtiyê ji hemê jinên cîhanê re. Li hember xetertirîn terora di cîhanê de şer kirin, axa xwe parastin û hebûna xwe îsbat kirin.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe bi îdeolojiya azadiya jinan bi çek kirine, bêhna azadiyê kişandine û çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê di dilê xwe de geş kirine, îro gaveke nû di têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de davêjin. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Huseyîn têkildarî salvegera şoreşa Rojava ji ajansa me re axivî.
‘Jin li hember terorê bûn bersiv û ew têk birin’
Jiyan Huseyîn diyar kir ku şoreşa Rojava ya ku ber bi 14 saliya xwe ve diçe, bi pêşengtiya jinan hatiye lidarxistin. jiyan destnîşan kir ku jin bûn xwedî biryar û bersiv û hemû civak bi rêxistin kirin kirin û wiha got: “Wek tê zanîn, Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan hat lidarxistin ber bi 14’e saliya xwe ve diçe. Em wek Rêxestinkirina jinan a Kongra Star bi coş û heyecaneke xurt pêşwazî dikin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinan hat lidarxistin. Jin di qadên şer de bû pêşeng û li hember hêzeke terorê bûn bersiv, şer kirin û wan tune kirin. Jinên Kurd ne tenê di aliyê qadên lêşkerî de cihê xwe girt, di hemû qadan de cihê xwe girt û bû pêşeng. Weke qadên siyasî, çandî, hunerî, aborî û civakê de cihê xwe girt. Yek ji destkeftiyên şoreşa me ew bo ku me sîstema Rêveberiya Xweser ava kir, di hundirê vê sîstemê de me sîstema hevserokatî jî ava kir.”
‘Sîstema Hevserokatiyê ji tevahî cîhanê re bû mînak’
Jiyan Huseyîn bal kişand ser sîstema hevserokatiyê ku ji hemû cîhanê re bû nimûne, biştî lidarxistina şoreşa Rojava û wiha berdewam kir: “Her kes pê bandor bû ku çawa jin û mêr bi hevdû re bibin cihê biryarê ku ji bo pêşxistin û avakirina welatê xwe bidin. Ji ber vê yeke di hundirê vê şoreşê de gelek destkeftiyên jinan hene.
‘Em Sûriyeke Demokrat ne navendî ava bikin’
Jiyan Huseyîn da zanîn ku ew dixwazin hemû jinên Sûriyeyê bi rêxistin bikin ne tenê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Em van destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidest xistiye, ne tenê ji bo jinên Kurd dixwazin. Es ji bo hemû jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dixwazin. Ji bo wê jî ev sazî û rêxistinên ku hatine avakirin bi hemû beşên xwe li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bi jinên li Sûriyeyê re jî parve bikin û wan bi rêxistinkirin bikin. Ji bo wê jî armanca me ew e ku em her bang bikin ji hemû jinên Sûriyeyê re, werin em bibin yek, destê xwe bidin hev, bi deng û rengê xwe bi hev re Sûriyeke Demokrat a ne navendî ava bikin. Dema yekîtiya jinan çêbe, wê helwesta wan derkeve pêş wê demê em ê Sûriyeke Demokrat a ne navendî ava bikin. Ewê bi pêşengtiya jinan cihê xwe di hemû qadên civakê de bigre ji ber ku ev sîstem bi destê jian hatiye nivîsandin û bi destê jinan jî wê were mîsogerkirin.”