Ji welatiya Bahayî ya hat binçavkirin agahî nayê girtin

Welatiya Bahayî Azade Yaghini ya li bajarê Gûnbedkavusê yê Îranê dijî, di 14’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Li gorî malbata wê, 18 roj in tu agahî jê nayê girtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêxistina mafên mirovan HRANA ve hatine weşandin, welatiya Bahayî Azadeh Yaghini, ku li bajarê Gûnbedkavusê yê Îranê dijî, di 14’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Di dema binçavkirina Azadeh Yaghini de, mala wê ji aliyê polîsan ve hate lêgerînkirin; telefona wê ya desta û laptopa wê hatin desteserkirin.

Li gorî endamên malbatê, Yaghini 18 roj berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. Her çend rayedaran di destpêkê de heyama binçavkirinê ya 10 rojan destnîşan kiribû jî, Azadeh Yaghini hîn jî di girtîgehê de ye.

Heta niha, derbarê cihê girtina Azadeh Yaghini û tohmetên li dijî wê de ti agahî nehatiye dayîn.