Heyet ji Îmraliyê vegeriya

Endamên Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Îmraliyê vegeriyan.

 Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Meclisê û endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîn.

 Heyet, piştî hevdîtinê ji Girava Îmraliyê vegeriye.