Gulistan Sonuk: Hebûna qeyûman siya xwe dide ser pêvajoyê

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyûm avêtin cihê wê, bi bîr xist ku 10 şaredariyên DEM Partiyê hê ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin, diyar kir ku qeyûman siya xwe dide ser "Pêvajoya Civaka Demokratîk" û da zanîn ku divê qeyûm paşve bên kişandin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Li Tirkiyeyê bi destpêkirina "Pêvajoya Civaka Demokratîk" re geşedanên girîng tên jiyîn. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, merasima Tevgera Azadiya Kurd a îmhakirina çekan û piştre vekişîna hêzan ji sînorên Tirkiyeyê, bûn du gavên herî girîng ên vê pêvajoyê.

Her wiha, "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di Meclîsê de hat damezrandin dê di 13’ê Mijdarê de civîna xwe ya 17’emîn li dar bixe. Nebûna gavên berbiçav ên dewletê, der barê pêvajoyê de dibe sedema rexneyan. Çavên raya giştî li ser gavên berbiçav ên dewlet ye, derxistina qanûna entegrasyonê, rakirina zextên li ser zimanê dayikê û parastina wê ya bi zemînek qanûnî û vekişîna qeyûman, di nava hêviyên gel de ye.

10 şaredariyên DEM Partiyê ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin

3 serdem in (2016-2019-2024) li şaredariyên bajarên Kurdan qeyûm tên tayînkirin. DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de bi giştî 78 şaredariyan bi dest xist lê belê, ji bo şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Wan, Sêrt, Miks, Xelfetî, Kagizman û Akdenîzê qeyûm hatin tayînkirin. Bi pêşketina pêvajoya aştiyê re, yek ji hêviyên herî bingehîn, bidawîbûna pergala qeyûman û vegerandina kar a hevşaredarên hatine hilbijartîn bû.

Yek ji hevşaredarên ku qeyûm avêtin cihê wê, Gulistan Sonuk e. Gulistan Sonuk, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de li Êlihê xwedî 300 hezar hilbijêran, ji sedî 64.52’ê dengan girt. Lê belê, Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdara 2024’an de Gulistan Sonuk ji kar dûr xist û li şûna wê qeyûm tayîn kir. Dûrxistina ji kar a Gulistan Sonuk 6 cezayê wê yê girtîgehê yê ji ber "endamtiya rêxistina çekdarî” û lêpirsîna ku der barê wê de bi “sûcê endamtiya rexistina çekdarî” hatibû vekirin hincet hat nîşandan.

Gulistan Sonuk ji ajansa re axivî, bal kişand ser "Pêvajoya Civaka Demokratîk" û diyar kir ku hebûna qeyûman siya xwe dide ser pêvajoyê. Gulistan Sonuk bi gotinên; "Tayînkirina qeyûman û îsrara domdar a qeyûman, li dijî ruhê serdem û pêvajoyê ye” slavdayîna di navbera Serokê MHP Devlet Bahçelî û endamên DEM Partiyê ya di 1’ê Cotmehê de, bi bîr xist û diyar kir ku piştî vî dîmenê di civakê de deng vedaye, di 4’ê Mijdarê de tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan bi nakok e û got: “Gotin û pratîk ji hev cuda ne."

‘Hemû protokolên ji bo jinan hatin îmzekirin hatin betalkirin’

Gulistan Sonuk, diyar kir ku qeyûm li dijî destkeftiyên jinan derbeyek in û wiha got: "Em qeyûmên ku hatine tayînkirin li dijî îradeya jinan mîna tundiyek dibînin. Mafê bijartin û hilbijartinê ya yek ji destkeftiyên ku jinan bi têkoşîn û fedakariyek mezin bi dest xistiye, hat desteserkirin. Pratîkên ewil ên qeyûmên hatine tayînkirin, jiholêrakirina destkeftiyên jinan bûn. Qeyûmê ku ji bo Êlihê hat tayînkirin, 34 xebatkarên jin bi şandina peyamek nivîskî ji telefonên wan re ji kar derxist. Sosyologên ku me ji bo xebata li saziyên jinan dixebitandin hatin guhertin û ew ji derveyî erkên xwe, ji bo paqijkirin û paqijkirina parq û baxçeyan hatin şandin. Bi vê yekê jî dawî nebû, li dijî jinan tundiya derûnî kirin, kedkarek jin sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Gelek hevalên me yên jin rastî mobbîngê hatin û ev yek hê jî didome. Her wiha peymana me ya bi TUMBEL-SEN’ê re jî hat betalkirin. Destûra mehane ya jinan û destûra wan a 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê jî hat betalkirin. Me bi Baroya Êlihê re ji bo piştgiriya hiqûqî ya jinên rastî tundiyê tên re protokolek îmze kiribû û 3 roj piştî qeyûm hat tayînkirin, ev protokol jî hat betalkirin."

‘Gel baweriya xwe bi rêber û partiya xwe tîne bi dewletê nayne’

Gulistan Sonuk, destnîşan kir ku hebûna qeyûman zirarê dide hêviya gel a ji bo aştiyê û wiha got: "Ji destpêkê ve rewşek bi nakok hebû. Lê piştre ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hinek gav hatin avêtin. Gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtin, rê li ber pêvajoyeke pir cidî vekir. Li hemberî gavên cidî, berdewamiya îsrara dewletê ya di siyaseta qeyûman de, bêbaweriyê diafirîne. Gelek kes dibêjin; 'Em baweriya xwe bi Rêbertî û partiya xwe tînin û em baweriya xwe bi Tevgera Azadiya Kurd tînin. Lê tiştek heye, ev jî dewlet e. Baweriya xwe bi dewletê naynin. Li Meclîsê komîsyonek hat avakirin. Ji navê vê re dibêjin komîsyona 'xwişk û biratî' û 'demokrasiyê.’ Di hiqûqa xwişk û biratiyê de tiştek bi vî awayî nîn e.”

Gulistan Sonuk, axaftina xwe wiha domand: "Hevşaredarek dema têkildarî erka xwe sûcek bike, dikare ji kar bê girtin lê dema em ji kar hatin derxistin, lêpirsînek der barê me de mîna hincet hat nîşandan. An jî cezayek berê hatiye girtin, mîna hincet hat nîşan dan. Dema em hatin hilbijartin cezayên me hebûn. Dozên li dijî me mîna hincet hatin bikaranîn lê em tu carî ji bo van doz û lêpirsînan nehatin gazîkirin. Ruxmê ku me daxwazname pêşkêşî Serdozgeriya Giştî ya Êlihê kir û me daxwaza îfadedayîne kir jî îfadeyên me nehatin girtin. Ev hemû nîşan didin ku qeyûm ne hiqûqî û qanûnî ne, tenê pêkanînên kêfî yên desthilatdariya siyasî ne. Em dikarin vê yekê mîna rêbazeke cezakirina Kurdan binirxînin.”

‘Bi têgihîştina yek tîbp û yekreng xebat hatin meşandin’

Gulistan Sonuk bal kişand ku ji bo pêvajo bi samîmî bi pêş bikeve, pêwist e qeyûmên li ser 10 şaredariyên

DEM Partiyê paşve werin kişandin, bal kişand ser texrîbata qeyûman û got: "Dema em îro lê dinêrin, dibînin ku bajêr hatine zayendîkirin û li bajaran aqilek mêr heye. Li her cihê ku em dinêrin, aqil û feraseta mêr û dewletê heye. Dema em îro berê xwe didin tabelayek jî bi îdeolojiyek hatiye daliqandin. Çima ez vê dibêjim: Piştî ku qeyûm hatin tayînkirin, li gelek bajaran bi navê restorasyonê bi têgihîştina yek tîp û yekreng xebat hatin meşandin. Tabelayên ku senteza Tirk-Îslamî ne û bi rengê turkuazê ne hatin daliqandin. Ev hemû pir hûr û kûr hatine fikirîn. Rewşa şaredariyên ku berê bi xespa qeyûman re rû bi rû mane xirabtir e, ji ber ku hemû tişt bi aqilê mêr hatiye sêwirandin.”

Gulistan Sonuk, bal kişand ser hevgirtina "Ber bi bajarên jinan ve” ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed de, di 8’ê Mijdarê de li dar xist û got ku ew hewl didin bajaran ji zirara ku qeyûman çêkirine, bi temamî paqij bikin û bajaran veguherînin qadên jiyana baştir.

Gulistan Sonuk, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bajaran bi jinan re ji nû ve ava bikin. Dema em ji aliyekî ve behsa ji nû avakirinê dikin, li aliyê din rastî hilweşandina tiştên heyî bi destên qeyûman jî dikin. Dibe ku şaredariyên me bi xespa qeyûman re rû bi rû bimînin lê dîsa jî wê li van bajaran xebat bên meşandin. Em di vê xalê de, li ser veguhestin, jiyana civakî û aboriya jinan nîqaş dikin. Dema em behsa pergalek nû dikin û ji nû ve destpê dikin, em dixwazin bi bişkoka ewil, rast bigrin.”