Fîgen Yuksekdag: Deriyê serdemek nû vebûye
Hevserokê Giştî ya HDP’ê yê berê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re deriyên serdemeke nû hatine vekirin.
Stenbol – Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de didome. Di konferansê de Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag peyam ji konferansê re şandin. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay peyamên Fîgen Yuksekdag xwend.
Peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdagê ku ji Girtîgeha Sîncanê şandî wiha ye:
“Ez Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Di vê dema ku gelên Tirkiye, Kurdistan, herêm û cîhanê di bin dorpêça şerê giran de tên eciqandin, mirov karibe bibe dengê aştî û demokrasiyê û bibe hêza têkoşîna çareseriyê gelek girîng e.
Bi banga birêz Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ji bo Tirkiyeyê û hemû gelên herêmê deriyê serndemek nû vebû. Yên ku ruh, wate û hêzê bide vê serdema nû, dê yekîtiya xurt a demokratîk a hemû gelên me yên bindest, gelên herêmê, jin û ciwan bin. Bi bawerî û biryara ku ev konferans dê bibe ruh û hişê vê tevgerê, ez hemû kesên ku keda wan tev li vê konferansê bûye û hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim.