Deriyê Reqayê: Nasnameyek dîtbarî û mîmarî
Di çarçoveya krîterên arkeolojîk û standardên parastina qadên dîrokî ya UNESCO’yê de, Saziya Çanda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kantona Reqayê di ketina cadeya Mansur de deriyek dîrokî ava kir.
NÛR EL-EHMED
Reqa – Saziya Çanda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beriya çend mehan, li kantona Reqayê di ketina cadeya Mansur de dest bi projeya avakirina deriyê dîrokî yê bi terzê Ebbasî kir. Ev derî li gorî sûrên Reqayê, bi kevirên bi dest hatin qeladin hat avakirin.
Armanca projeyê bi awayekî estetîk ji nûve avakirina sûrên ku di demên şer de ziyan dîtine ye. Hevseroka Saziya Arkeolojî û Çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sefraîs Şerîf, diyar kir ku dema destpêkirina projeyê ne tesaduf e, rastî dema salvegera rizgarkirina kantona Reqayê ji terora DAIŞ’ê hat û da zanîn ku ev sembola berxwedan û biryardariya gel a li dijî hilweşîn û texrîbatê ye.
Parastina berheman
Sefraîs Şerîf da zanîn ku herêm bi temamî qadeke arkeolojiyê ye û wiha got: “Parastina cihên dîrokî, meseleya nasnameya çandê ye. Ofîsa Parastina Arkeolojî û Çandê, bi armanca pêşîlêgirtina hilweşîna qadên dîrokî û arkeolojîk ên herêmê, projeyên avakirina nû yên restorasyonê didin meşandin.”
Yek ji projeyên herî girîng ku ji destpêka îsal ve temam bûye, avakirina deriyê ku derdora sûrên dîrokî yên Reqayê digre ye. Ev derî di cihekî girîng ku navenda bajar ji taxan cuda dike de ye. Ev deriyê sûrê ku weke mînaka mîmarî ya dema Ebbasiyan maye tê avakirin, wê demê weke qelayek ku bajar diparast bû. Lê belê bi demê re ji ber faktorên derdorê û şer û êrîşan hilweşiyabû.
Safraîs Şerîf, destnîşan kir ku xebatên têkildarî avakirina derî, beriya sê mehan hatine destpêkirin û cihê derî lê ye navê ‘Deriyê Cadeya Mansur’ girtiye û got: “Di heman demê de xebatên restorasyonê, qeleya Caber, deriyê bingehîn ê sûran û sûrên dîrokî yên Reqayê girtiye nava xwe.”
Sûrên Reqayê yên berê
Sûrên berê yên Reqayê, ji dîroka bajar ve, ji dema Ebbasiyan ve heta roja me ya îro weke binyadên dîrokî û arkeolojîk tên qebûlkirin. Safraîs Şerîf diyar kir ku weke sazî ji bo parastina vê mîrasê, gelek hewl didin û wiha got: “Di avakirina derî de, me girîngî da terzê mîmarî û endezyarî yê heman sûrên derdorê. Me heman malzeme bi kar anîn. Blok û tuxlayên wê hatin qelandin. Hejmara tuxlayên di çêkirinê de hatin bikaranîn di navbera 20-25’an de tê guhertin. Ev tuxla, ji firinên Herqele ya bi nav û deng ku li Rojhilata Navîn weke wê tunene de, bi madeyên xam ên xwezayî û di çend qonaxan de tên hilberandin. Hemû pêvajo di bin çavdêriya pispor û mîmaran de tê encamdan.”
‘Bi jiyandina mîrasa çandî em ê mîmariya berê bigihîjînin pêşerojê’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedef dike ku dîroka xwedî koka kevnar a kantona Reqayê careke din were dîtin. Rêveberî dibêje: “Ji bo ji nûve zindîkirina herêmê, em desteka xwe didomînin. Bi jiyandina mîrasa mîmarî, em ê mîmariya nasnameya berê, bigihîjînin pêşerojê.”
Sefraîs Şerîf di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Qadên dîrokî, mîrasa çandî, nasnameya mîmarî û dîtbarî ya herêmê ne. Berpirsyariya parastina wan aydî me hemûyan e. Ji bo ku van cihan tune nebin û em wan bigihîjînin nifşên pêşerojê divê hişyariya civakî were zêdekirin. Ji ber ku ev mîras, tekane şahidiya zindî ya bîra kolektîf a gel û serdemên berê temsîl dike.”