Deriyê pêşxistin û gihîştandina jinan: Akademiyên perwerdeyên xweser

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku bikaribin şoreşa xwe ya jinan bi pêş bixin û bi serkeftinê tacîdar bikin, berê xwe didin akademiyên perwerdeyê. Akademiyên perwerdeyên xweser, ji bo jinên ku pêşengiyê bikin bigihîjînin xebatên xwe didomînin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Kongra Star ku yek ji rêxistinên pêşeng û sereke yên di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xebatên şoreşa jinan dide meşandin e; dikaribû bi riya rehendên xwe jinan di her warî de bi pêş bixe û di asta pêşengiyê de wan amade bike.

Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star ku di çarçoveya akademiyên xweser de xwe birêxistin dike, erka perwerdekirin û pêşxistina jinan girtiye ser xwe. Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Akademiya Şehîd Şîlan di Hezîrana 2018’an de hat vekirin. Akademiya ku li ser navê têkoşer Şîlan Baqî hat vekirin, ji wê demê ve heta niha bi hezaran jinan hembêz kiriye û bûye çavkaniya pêşxistinê.

‘Akademî sîwana zanist û perwerdeyê ne’

Berdevka Akademiya Şehîd Şîlan Firyal Temî wiha behsa girîngî û wateya pergala akademiyan dike: “Di Hezîrana 2018’an de akademiya me vebû. Weke akademî ango pergal saziyeke ku bi armanca avakirin, pêşxistin û pewerdekirina li ser bingeheke zanistî û bîrdozî hatine avakirin. Li ser vê bingehê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala akademiyan hatiye sazkirin ku di asta yekemîn de bi erka guhertina hişmendiyê û avakirina kesayetan digrin ser xwe. Di vê çarçoveyê de akademiya Şehîd Şîlan a di asta kantona Firatê de ji bo jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb hat avakirin ku jin li cem hev kom dibin, perwerdeyê dibînin û xwe di her warî de bi pêş dixin. Em dewreyên perwerdeyê li gorî şert û mercan vedikin ku hinek caran vekirî û hinek caran girtîne. Tevî rewşa herêmê ku her dem rû bi rû yê gef û bombebarana dewleta Tirk tê jî em pergala xwe ya perwerdeyê paşguh û lewaz nakin.”

‘Materyalên tên dayîn ji hemû pirsgirêk û nakokiyan re dibin bersiv’

Firyal Temî di domandina nirxandinên xwe de wiha behsa waneyên ku tên dayîn û girîngiya wan kir: “Weke akademî di perwerdekirin û diyarkirina xeta xwe ya bîrdozî û materyalan de, xwe dispêrin bîrdoziya Rêber Apo ku di diyarkirina pirsgirêkan û çawaniya çareseriyê de gelek nirxandin û perspektîf hene. Piştre li gorî beşdarên dewreyan, materyal tên amadekirin ku ji bo jinên ciwan bi taybetî materyalên cuda hene. Her wiha di asta hevserok, xebatkar, welatparêz û endamên komînan de jî rewş tê guhertin. Lê bi giştî perwerde û girîngiya wê, dîroka Kurdistanê û ya jinan, zayendperestî, rastiya Rêber Apo, Jineolojî, Şerê Gelê Şoreşgerî, şerê taybet, xweparastin, rêbaz, rexne û rexnedayîn û bi dehan waneyên din li gorî pêdiviyê di dewreyên perwerdeyê de tên dayîn.”

Di akademiyê de ku di bingehê de jin tên perwerdekirin, ji bo mêran jî dewreyên taybet hatine vekirin. Firyal Temî wiha qal kir: “Ji bo jinên ku bi hezaran sal in di nava pencên qirkirina pergala mêr-dewletê de hatine qirkirin û ji rastiya xwe derketine, bi taybetî mirov dikare bibêje weke fizîkî tenê hene, di warê ruh û hişmendiyê de ne xwedî xwebûn in, perwerde dergeh û derfet e. Bi saya wê dikarin careke din di lêgerîna hebûna xwe de bin. Weke akademî me heta niha ji bo mêran jî du dewreyên perwerdeyê vekirine. Armanca me ji wan perwerdeyan ew e ku bi nêrîn, hişmendî û pêşengiya jinan hişmendiya mêran were guhertin lewre jî me di perwerdeyê de bi giranî waneya hevjiyana azad û her wiha dîrok, rastî û têkoşîna jinan girt dest.”

‘Em ji avakirina kadroyên şoreşa jinan berpirsyar in’

Firyal Temî di dawiyê de da zanîn ku ew ê berpirsyariyên xwe yên li hemberî şoreşa jinan bigihîjînin serkeftinê û got: “Weke tê zanîn ev çend sal in em di nava pêlên şoreşa jinan de ya xwe dispêrin felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û têdikoşin. Di vî warî de, em weke komîteyên perwerde û akademiyan xwedî berpirsyarî û erk in li hemberî şoreşa jinan. Em bawer dikin ku em ê bikaribin di misogerkirina vê şoreşê de, mezinkirina destkeftiyên wê û ji aliyê dagirtina naverokê ve di asta pêşengiyê de rola xwe bilîzin. Şoreşa ku em dibêjin jin pêşengiya wê dikin divê ku ew jin xwedî sekn, însiyatîf, rol û erkên pêşeng bin. Di vir de em bi vê erkê radibin, bi rastî jî divê em bikaribin kadroyên ku nûnertiya vê şoreşê bikin amade bikin. Ji bo vê jî weke jin em ji hêz û vîna xwe bawer in, em dizanin ku em ê bi vê hevgirtinê zemînê şoreşa xwe xurtir bikin, bigihîjînin serkeftinên mezin û bi nirxtir.”  

‘Em ê bi xweperwerdekirinê şoreşa xwe misoger bikin’

Zeyneb Mamo ku niha perwerdeyê di akademiyê de dibîne wiha got: “Ev cara yekemîn e ez beşdarî perwerdeyeke bi vî rengî dibim. Jixwe daxwaza min ew bû ku ez perwerdeyeke bîrdozî bibînim, ramanên xwe bi pêş bixim û dewlemend bikim. Di jiyana mirovan de perwerde xwedî girîngiyeke mezin e, ji xwarin û avê girîngtir e. Lewre divê ku mirov pêşxistinê di çarçoveya perwerdeyên akademiyan de negire dest. Berovajî di her derfetê de ku li mal û cihê xebatê jî vê yekê bike. Bi taybetî ji bo jinan perwedeyên tên vekirin derfeta rizgarbûna ji hemû bendan e. Bendên bi salan e civakê li pêşiya me ava kirine. Bi taybetî di vê pêvajoya şoreşa jinan de, ji pêdiviyê zêdetir şert e ku em kesayetên xwe ji hemû aliyan ve ava bikin û xwe sererast bikin. Şoreş a me ye, pergal bi pêşengiya me dimeşe û em dibêjin sedsal, sedsala jinan e. Lewre ji vê demê bi watetir tune ye ku em jî bibin parçeyek ji vê serkeftinê.”