Delegasyona Jinên Sloven serdana JIN TV’yê kirin
Delegasyona Jinên Sloven ku ji 14 kesî pêk dihat serdana televîzyona JinTv’yê kirin û derbarê rojnamevaniya jinên Kurd de agahî girtin.
Navenda Nûçeyan- Delegasyona jinên Sloven ji rojnamevan, xwendevan û mamosteyan pêk tê serdana Jin Tv’yê kirin. Ji bo danasîna kar û xebatên rojnamevaniya jinên Kurd ji aliyê rojnamevan Devrîm Arsalan û Aysel Avesta ve seminerek ji bo delegasyone hat pêşkeş kirin.
Delegasyona Jinên Sloven ji bo pirsgirêkên rojnamevanên jin ên Kurd ji nêz ve nas bikin û di ragahandina Slovenya de bikin rojev bi xebatkarên Jin TV’yê re hevpeyvînên taybet çêkirin.
Di heman demê de endamên delegasyonê ji bo armanca serdana xwe vebêjin bûn mêvanê bernameya Jin TV ya Nêrîna Azad.