Şoreşa 19´ê Tîrmehê bi biryardariya civakê tê parastin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bi saya biryardariya gelê herêmê û giyanê şehîdên ku herêm tevî hemû dijwariyên navxweyî û derveyî parastine, tê parastin.

Navenda Nûçeyan – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber serhişkiya rêveberiya demkî ya bi serokatiya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam, di aliyê bersivdayîna daxwazên ku Sûrîyeyî di salên şer de ji bo wan têdikoşin de bi pirsgirêkên navxweyî re rûbirû ye. Ev hikûmet hewl dide ku bi rêya handanê û bi şerek taybet, biryardayînê yekdest bike da ku welêt vegerîne rewşa xwe ya berê, ango rewşa berî 2011’an.

Di salvegera 13’emîn a şoreşa Rojava de, tevî her tiştî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez dikin ku şoreş bi biryardariya gelê herêmê û giyanê şehîdên ku herêmê ji terorê parastine, tê parastin. Jinan tekez kir ku gefa li ser destkeftiyên şoreşê nekarî bê qebûlkirin û destnîşan kirin ku hevgirtin mifteya qonaxa pêş e.

Bindestiyê şoreş da destpêkirin

Şoreşa Sûriyeyê, piştî destwerdanên ajandeyên derve, veguherî krîzek ku tê de gelê Kurd riya têkoşîn, azadî û demokrasiyê hilbijart. Şoreşa gel ji bajarê Kobanê li hember niheqî û zilma rejîma Baasê ya li ser pêkhateyên cûrbicûr, di serî de jî gelê Kurd pêk dianî hat destpêkirin. Serhildana gel bi derxistina hêzên rejîmê ya ji herêmê destpê kir, di heman demê de bal kişand ser dûrketina ji xwînrijandinê. Piştre gelê Kurd dest bi rêxistinbûnê kir da ku maf û bajarên xwe biparêze.

Piştî zêdetirî 12 salan ji şoreşê, gel û pêkhateyên herêmê di hemû astên xizmetguzarî, civakî, siyasî, dîplomatîk û leşkerî de gelek destkeftî bi dest xistine. Bi taybetî jinên ku gelek destkeftî bi dest xistine û îro bi têkoşîna xwe pêşengiya şoreşê dikin. Jin bi şoreşa xwe ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûne mînaka jineke berxwedêr û pêşeng. Lê rêveberiya demkî bi hemû rê û rêbazan dixwaze bi ragihandina şerekî taybet û medyayî destkeftiyên şoreşê yên pêkhateyên herêmê talan bike.

‘Bi rihê çirûska yekem a şoreşê hemû destkeftî hatin parastin’

Endama Koordînasyona Kongra Star li bajarê Kobanê Zozan Bekir diyar kir ku ji ber niheqiyê, gel û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûne ser piyan û wiha got: “Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe re, ji ber kontrola rejîmeke niheq û dîktatorî ku hebûn û mafên pêkhateyên li Sûriyeyê, bi taybetî gelê Kurd ji holê radike, gelek niheqî, zordarî û otorîterî dîtiye. Gelê Kurd bi berdewamî rastî zilm, niheqî û girtinan dihat. Ji ber vê yekê gelê Sûriyeyê bi taybetî Kurdan, riya şoreşê hilbijart da ku li dijî otorîterîzm û koletiyê dest bi têkoşîna xwe bike. Çirûska şoreşê ji Kobanê destpê kir piştre li herêmê belav bû.”

‘Desthilata nû hewl dide Sûriyeyê vegerîne beriya 2011’an

Zozan Bekir armanca rêveberiya demkî ya ku Ehmed El-Şeraa yê cîhadîst serkêşiya wê dike ve wiha anî ziamn: “Tiştê ku îro li Sûriyeyê diqewime nîşan dide ku rayedarên nû yên li Sûriyeyê armanc dikin ku projeya gel li herêma bakur-rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin, destkeftiyên şoreşê ji niştecihên herêmê bêpar bikin û Sûriyeyê vegerînin serdema berî 2011’an, ango serdema otorîterîzm û zordariyê. Bi vê yekê ew armanc dikin ku nasname û mafên gel û civakan ji wan bêpar bikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îrade û têkoşîna xwe rê nade ku senaryoya rejîma Baasê ya ku nêzî 50 salan bêedaletî, zordarî û êrîşkarî dom kir, careke din dubare bibe. Em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk bixebitin. Divê jin têkoşîna xwe zêde bikin û di avakirina Sûriyeyeke ku hemû pêkhate û aliyên wê dihewîne û mafên hemûyan bi taybetî jinan diparêze de bibin mînaka berxwedanê.”

Dayîkên şehîdan mertalên şoreşê ne

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Ayda Xelîl tekez kir ku fedakariya zarokên wan rêya azadiyê ronî kiriye. Ayda Xelîl banga parastina xwîna şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê kir û wiha got: ”Ji ber ku ev şoreş ne kêliyek demkî bû, lê riyek bû ku bi xwîna şehîdan û îradeya gelekî neşikestî hatibû parastin. Em gelê Kurd li ser mafên xwe fêr bûn û şoreşê em şiyar kirin û îradeya me kir hêzek neşikestî. Bi ciwan û mezinan, em li hember dijminên xwe bi israr sekinîn, bi biryardariyek bênavber li hember êrîş û hedefgirtinê sekinîn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê xewn û hêviya me ya mezin e, dema ku ew pê ket me dengê xwe bilind kir. Em bi saya xwîna zarokên xwe gihîştin destkeftnyan. Em ê nehêlin ku kes îradeya me bişkîne an agirê şoreşê vemirîne. Em dayîkên şehîdan dê amade bin, wek mertalek ku bi hemû hêza xwe axa û nasnameya xwe biparêzin.”

‘Şoreşa 19´ê Tîrmehê zayînek e’

Hevseroka Meclîsa Bajarê El-Sûsa ya kantona Dêrazorê Safiya El-Ehmed destnîşan kir ku ev salveger kêliyek serbilindî û rûmetê ye û destkeftî û serkeftinên ku jinên Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bi dest xistine, nîşan dide. Safiya El-Ehmed wiha axivî: ”Bi saya Şoreşa 19´ê Tîrmehê ku nexşeya rolên civakî ji nû ve xêz kir û têgehên demokrasî û wekheviyê xist pratîkê, tiştê ku jin îro di warê gihîştina cihên serokatiyê de dijîn, ji bilî encamek xwezayî ya wê şoreşê tiştek din nîne. Ew li ser nirxên dayîn û fedakariyê hatibû avakirin û modelên bi rûmet ên şervanên jin û mêr pêşkêş kiribûn ku axa vî welatî bi xwîna xwe av dane. Rêwerzên Rêber Abdullah Ocalan li ser pêwîstiya entegrekirina jinan di hemû aliyên jiyanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne rastiyek zindî, ku jin niha bi bawerî û desthilatdarî pêşengiya qada siyasî û civakî dikin.”

‘Şoreşa nirx û nasnameyan e’

Safiya El-Ehmed Şoreşa 19´ê Tîrmehê ji şoreşên din ên bi navê Bihara Gelan cuda hesiband û got: ”Ew ne tenê serhildanek siyasî an şoreşek daxwazî bû, ew şoreşek nirx û nasnameyê bû, ku bi serkeftî beşdariya jinan ji statuyek sembolîk veguherand hebûnek bingehîn di pêvajoyên biryardanê de. Şoreş ne tenê bîranînek e, ew ji bo her jinek ku îsrar dike rêwîtiyê temam bike, tevî hewldanên paşguhkirin û dûrxistinê yên ku demek dirêj e ew hedef digirin, sotemeniyek domdar e.”