Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ji bo Nagihan Akarsel daxuyanî da

Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ji bo Nagihan Akarsel der barê encamên dosyaya qetilkirina rojnameger Nagîhan Akarsel de daxuyaniyek da û got: "Heta ku dewleta Tirk ji sûcên ku kiriye bê darizandin, lêgerîna me ya edaletê wê bidome."

Navenda Nûçeyan – Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî  ji bo Nagihan Akarsel der barê doza qetilkirina akademîsyen û rojnamevan Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî ku delîl hene Nagîhan Akarsel ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye mehkûmkirin û hat gotin ku hîn der barê li pişt qetilkirinê tu tedbîrên hiqûqî nehatine girtin.

Berdevamiya daxuyaniyê wiha ye:

“Heta ku dewleta Tirk ji ber cînayetên ku kiriye neyê darizandin, lêgerîna me ya edaletê wê bidome Daxuyaniya Înîsiyatîfa Navneteweyî 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet' Înîsiyatîfa 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet' beriya salekê hat avakirin. Salek berîya wê jî di 4’ê Cotmeha 2022’an de rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan a Kurd Nagihan Akarsel dema ji mala xwe derdiket li navenda bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê/Iraqê bi suîkastê hat qetil kirin. Sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin, û her weha bang hat kirin kû pêşî li kuştinên sîyasî a jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin. Di 24’ê Kanûna 2023’an de, qatîl Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyê ye, li gorî xala 2.2 ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi îdamê hat mehkûmkirin. Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagihan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wî ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin. Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker berîya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di Kanûna 2017’an de bi satûrê êrîşî jinekê kirîye hatiye girtin. Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022'an de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagihan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê 'rayedarekî dewleta Tirk' ve ji bo kuştina Nagihan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT'ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT'ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin. Tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta Tirk qetilkirina Nagihan Akarsel organîze kirine û gelek kes tevlî sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ne tenê ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî yên din ti tedbîrên siyasî nehatine girtin, lê belê heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin. Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got: ‘’Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê li ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên derbarê vê kuştinê de dewam dike’’. Lê xuya dike ku ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên Kurd ti tedbîr nehatine girtin. Berevajî vê, helwesta Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê, nebûna mueyîdeyên mekanîzmayên hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî û bêhelwestîya siyasî ya saziyên navneteweyî, hikûmeta AKP-MHP’ê re cesaret dide dakû li Tirkiyeyê û dervayî Tirkîyê kuştinên siyasetmedar, pêşeng û rojnamegerên Kurd zêde bike. Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê, bi êrîşa hewayî ya bêmirov qetilkirina Zeyneb Saruhan di 22 Îlona 2022'an de li qada Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surî, qetilkirina Emîne Kara ya 23 salî li Parîsê, di 20'ê Hezîrana 2023'an bi êrîşa hewayî ya bêmirov a artêşa Tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Leyman Şiwêş û Yuşra Derwîş û kuştina Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê / Başûrê Kurdistan-Iraq di 18'ê Çileya 2024'an de. Herî dawî jî di 23’ê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê ya Iraqê, balafireke bêmirov a artêşa Tirk wesayîta ku rojnamevanên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn tê de bûn kir hedef û qetilkir. Piştî operasyonên qirkirinê yên Saddam Huseyîn ên 'Enfal'ê, niha jî artêşa Tirk li heman herêmên Başûrê Kurdistanê gundên Kurdan û Suryaniyan bombe dike û vala dike, daristanan dişewitîne û sivîlan -zilam, jin û zarok- qetil dike. Ji sala 2023’an heta Tîrmeha 2024’an li xaka Başûrê Kurdistanê 4 jê zarok bi giştî 30 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin. Em bang li Konseya Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam dikin ku ji bo pêşî li binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê bê ceza nemînin û ji bo kesên ku rastî van cînayetên siyasî hatine kirin rastî cezayên siyasî û hiqûqî bên, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.

Em bang dikin ku bi hev re bixebitin da ku kesên li pişt qetlîamê bên darizandin

Ji bo ku Nagihan Akarsel û hemû jinên din ên kû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, edalet pêk were û pêşî li kuştina jinan bê girtin, em bang li rojnameger, akademîsyen, hunermend, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên herêmî û navneteweyî dikin ku bi rêya çapemeniyê, bi weşan, gotar û çalakîyên curbecur li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekînin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin.

Di vê wateyê de em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên Kurd û rojnamevanan dubare dikin:

 Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagihan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her weha kesên tevlî van suîkastan bûne.

* Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyê ji bo Hêzên Esmanî yên Tirkiyê, di nav de balafirên bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov).

* Bang li Tirkiyê kir ku dawî li êrîş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne.

* Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê -di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û hikûmeta AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin. Înîsiyatîfa Navneteweyî 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet' 29 Îlon 2024