Çalakvanên Iraqî: Divê em her roj bikin rojek ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
Çalakvanên jin ên Iraqî Zehra el-Cibûrî û Ala el-Mûsawî diyar kirin ku sepandina bêbandor a qanûnan û normên baviksalar ewlehiya jinan tehdît dikin û her roj derfetek e ji bo têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan.
REJA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Di çarçoveya kampanyaya 16 Rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, rewşa jinên Iraqî wekî yek ji mijarên herî girîng derdikeve pêş. Di nav zehmetiyên ewlehî, aborî û civakî ku bi salan kom û zêde bûne de, tevî bangên ji bo parastin û aştiyê, hewcedarî bi gavên pratîkî ji bo bidawîkirina êşa jinan û guhertina qanûnan heye.
Rêvebera Beşa Medya ya li Wezareta Çand û Geştiyariyê, di heman demê Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin li Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê Zehra El Cibûrî, li ser mijarê axivî. Zehra diyar kir ku li gorî cudahiya rewşa dewletê ya aboriyê, jinên wê di rewşên awarte yên wekî şer û DAIŞ’ê de, rastî bandoreke mezin tên.
Aktîvkirina qanûnan
Zehra El Cibûrî balkişand ser girîngiya aktîvkirina qanûnên parastina jinan û destnîşan kir ku temsîliyeta jinan di parlementoya Iraqê û di komîteyên ku ji bo mafên jin û zarokan hatine veqetandin, negihîştiye asta pêwîst û wiha domand: “Endamên jin yên parlementoyê, tevî erkê xwe yê ku bibin dengê parastina mafên jinên Iraqî, di xizmeta jinan de rolek berbiçav nelîstine.” Zehra El Cibûrî xemgîniya xwe ji ber ne aktîvkirina qanûnên xezmetkirina jinan û civakê nîşan da û wiha lê zêde kir: “Hin rêxistinên civaka sivîl, tevî xebata xwe ya dilxwazî, carinan veguherîn amûrên xizmetkirina berjewendiyên kesane, rewşa lawaz a jinên Iraqî bikar tînin, li şûna ku beşdarî bihêzkirina wan û pêşxistina hişmendî û şiyanên wan bibin.”
‘Dixwazim ku her roj bibe fersendek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan’
Zehdra destnîşan kir ku pêwîstî bi bilindkirina hişmendiya rastîn ji bo têkoşîna li dijî tundiyê heye û wiha domand: “Lidarxistina semîner û komxebatan bêyî avêtina gavên berbiçav û pratîkî li ser rûyê erdê ne têrker e. Gelek dozên tundî û tecawizê nehatine çareserkirin, Di nav wan de dozên Dr. Ban û Dr. Sara li Besrayê, ku derbarê wan de ti lêpirsîneke cidî nehatiye kirin hene. Paşguhkirina van dozan û hiştina wan a ji bo jibîrkirinê, dibe sedema dubarebûna binpêkirin û sûcên li dijî jinan. Çareserî ne tenê di bîranîna rojek navneteweyî an organîzekirina çalakiyeke sembolîk de ye, di girtina tedbîrên pratîkî de ye. Dixwazim ku her roj bibe fersendek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Ev wekî rêgirtina ji keda wan a girîng di civaka Iraqê de, ku berpirsiyariyên mezin weke dayîk, jin, xwişk û karker, di pîşeyên cûrbecûr de hildigirin.”
Berpirsyariya civakî
Di çarçoveya xurtkirina rola jinan a di civakê de, Zehra El Cibûrî işaret bi girîngiya rakirina nêrîn û wêneya neyînî ya li ser jinan ku di hilberên dramatîk û ragihandinê de tê pêşkêşkirin kir û wiha got: “Ev berpirsyarî dikeve ser milê Wezareta Çandê, bi taybetî Daîreya Sînema û Şanoyê. Divê berhemên ku serkeftina jinên Iraqî yên beşdarî avakirina civaka xwe dibin, were nîşandan. Li gel pêşkêşkirina modelên malbatê yên erênî yên li ser bingeha rêz û evînê. Her wiha daxwaz dikim ku ekranên reklamê li meydan û parkên giştî werin bikaranîn da ku rola jinan di jiyana giştî de were nîşandan.”
Zehra El Cibûrî, her wiha işaret bi pêwîstiya birêvebirina kampanyayên hişyarkirina mêran kir û diyar kir k tundî rasterast bandorê li wan dikin.
Kêşe û çareserî
Rojnamevan Alaa El Musewî destnîşan kir ku tevî hêza jinên Iraqî û rola wan a berbiçav di civakê de, gelek ji wan hîn jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin ku rê li ber pêkanîna armancên wan digirin.
Alaa diyar kir ku di nav van zehmetiyan de ya herî berbiçav, tundiya li ser bingeha zayendî ye, ku xwe bi awayên cûrbecûr wekî tundiya malbatî, zewaca zû, înkarkirina perwerdehiyê û sînorkirinên li ser beşdariya aborî û siyasî ya jinan nîşan dide û wiha domand: “Hin jin di heman demê de ji ber normên civakî yên cudakar, parastina qanûnî ya qels û nebûna hişmendiya civakî êşa mafên xwe dikişînin. Ev zehmetî ne tenê bandorê li jinan dikin, di heman demê de bandora xwe li ser malbat, civak û pêşeroja Iraqê bi tevahî dikin. Ew bawer dikin ku guhertin mimkun e. Ew jî bi bilindkirina hişmendiya li ser mafên jinan di nav malbat, dibistan û civakê û pêkanîna qanûnên ku wan ji tundiyê diparêze, dest pê dike. Piştgiriya rêxistinên ku di warê parastin û bihêzkirina jinan de dixebitin jî gavek girîng e.”
Di çarçoveya kampanyaya 16 Rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha Zayendî de, Alaa El Musewî banga helwestek yekgirtî ya li hemberî hemû cûreyên tundiyê kir. Her wiha banga rêzgirtina li rûmeta jinan û bihêzkirina wan a ji bo avakirina Iraqek bihêz û dadperwer kir, ji ber ku bihêzkirina jinan tê wateya bihêzkirina tevahiya civakê.