Çalakiyên piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên Kurd li Kolombiyayê
Di çalakiyên ku li herêma Tolima ya Kolombiyayê hatin lidarxistin de, li ser tevgera jinên Kurd, rizgariya jinan û hevgirtina navneteweyî nîqaş hatin kirin.
Navenda Nûçeyan – Hefteya borî, li herêma Tolima ya Kolombiyayê ji bo pêşxistina têkoşîna jinên Kurd çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Çalakiyên ku ji aliyê Weqfa Yapawaira û navendên jinan ên girêdayî wê ve hatin organîzekirin, jinên ji herdu deverên gundewarî û bajarî anîn cem hev.
Di çalakiyan de nîqaş li ser girîngiya rêxistina serbixwe, têkoşîna hevpar a li dijî zîhniyeta baviksalar û bandora bîrdoziya rizgariya jinan hatin kirin. Girîngiya parastina destkeftiyên jinan li Rojava jî hat destnîşankirin û rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di pêvajoya heyî de hat nirxandin.
Pêşniyara Konfederasyona Jinên Demokratîk a Cîhanê bal kişand û beşdaran girîngiya pêşxistina hevgirtina navneteweyî û diyalogê di navbera jinan de tekez kirin.
Çalakî bi peyamên vîdyoyî yên ku piştgirî didin kampanyaya "Em Hemû YPJ ne" bi dawî bûn.