Derya Muhemmed: Di nava krîza heyî de jin û zarok
Her cure krîzên heyî yekser li ser jiyana jin û zarokan bandorê çêdikin. Bi taybetî krîza aborî li ser jinên ku ji hevjînên xwe veqetiyane bandorên mezin çêdike. Parêzer Derya Muhemmed got ku nefeqe pêwîstiyek e divê her meh bi rêkûpêk bê dayîn.
Helebce – Li her derê cîhanê yên ku zêdetir ji krîzên di nava civakê de çêdibin, zirarê dibînin jin û zarok in. Jiyana wan pir neyînî bi bandor dibe, ji ber ku ji ber krîzan, gelek astengî, zehmetî û şertên giran derdikevin holê. Her çendî jin li hemberî krîzan li ber xwe bidin jî krîza aborî ya ku didome, bandorê li ser jinên ji hevjînên xwe veqetiyane dike. Beşek ji van jinan bêkar in. Ji ber nefeqe girêdayî mehane hatiye diyarkirin, ji ber krîzê nayê dayîn jinên ku ji hevjînên xwe veqetiyane ji bo bicihanîna pêwîstiyên zarokên xwe bi pirsgirêkên demdirêj re rû bi rû dimînin.
Krîza aborî ya li welat
Parêzer Derya Muhemmed li dadgeha Helebceyê ku her roj bi dozên jin û zarokan re mijûl dibe ji ajansa me re axivî û got: “Rewşa li Kurdistanê û krîza aborî ya ku li ser welatê me bandorê çêdike ne tenê li ser karmendên dewletê, li ser tevahî ferdên civakê bandoreke neyênî çêkiriye.”
Derya Muhemmed behsa krîza ku piştê hevberdanê ji aliyê dadgehan ve li ser jin û zarokên ku nefeqe ji wan re tê dayîn çêdibe kir û got: “Krîza aborî jinên hevberdayî jî bi bandor dike. Ji ber ku gelek jinên ji hevjînên xwe vediqetin, tu karê wan tune ye. Debara wan girêdayî nefeqeyê ye. Di dadgehan de nefeqe li gorî mehaneya zilam diyar dibe. Mînak dema ku bi derengî dikeve yekser li ser jiyana jin û zarokan bandorê çêdike û ji xwe di dema xwe de nayê dayîn. Lewre em li dadgehan bi gelek bûyerên bi vê awayî re rû b rû dimînin. Dahata wan nîn e û ji bo zarokên xwe gelek pirsgirêkan dijîn. Pêwîst e alîkarî ji bo jinên ku dahatuya wan girêdayî nefeqeyê ye bê kirin.”
Pêwîst e nefeqe ne tenê girêdayî mehaneyê be
Parêzer Derya Muhemmed da zanîn ku pêwîst e nefeqe tenê ne girêdayî mehaneyê be divê mal û milkên zilam li ber çavan werin girtin û got: “Divê di dadgehan de rêbazên cuda werin şopandin da ku nefeqe were destnîşankirin. Hinek mêr xwedî dahat û milkên baş in lê nefeqe tenê bi mûçeyê wan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, di rewşên ku mûçe tunebe de divê nefeqe ji çavkaniyên din ên mêr ji van jinan re were dayîn.”
Derya Muhemmed di dawiyê de got ku bi gelemperî krîz bandoreke rasterast li ser jin û zarokan dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi taybetî zarokên biçûk, ên di bin 18 salî de, li cem dayîkên xwe dimînin û divê lêçûnên wan werin dayîn. Malbatên ku gelek zarok hene hewceyê dahateke zêdetir in. Divê ev mijar bi cidî ji aliyê dadgeh û saziyên pêwendîdar ve were çareserkirin û lêkolînkirin. Divê jin ji ji nedayîna mehaneyan zirarê nebînin."